Li Xaneqînê 4 hemwelatiyên kurd piştî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin hatin şehîd kirin
Efserê binkeyê polîsê nexwaşxaneya Xaneqînê Talat Rifet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 27.08.2020ê termê çar hemwelatiyên kurd ên li sînorê Xaneqînê hatin dîtin ku şeva borî li gundekî sînorê Xaneqînê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin geheştin nexwaşxaneyê.’’
Herwaha got: ‘’Ew hemwelatiyane şeva borî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li gundê ‘’Dekeya Cemîl’’ a ser bi qeza Xaneqînê hatibûn revandin, navê du kes ji wan hemwelatiyên ku hatine şehîd kirin waha ye: ‘’Samn Dawûd û Luqman Dawud.’’
Şeva borî rêveberê polîsê Xaneqînê /herêma Kurdistanê Aza Îsa ji BasNewsê re ragehandibû: ‘’Terorîstên DAIŞê li sînorê Xaneqînê 5 hemwelatî revandine û kesek jî şehîd kirine.’’
Li gor zanyariyên hene ji wan 5 kesên ku hatine revandin, 4 kes ji wan hatine şehîd kirin, lê çarenivîsa kesekî ne diyar e.
Basnews
