• Saturday, 07 February 2026
logo

Amerîka daxwaza derxistina PKKê ji Şingalê dike

Gulan Media August 27, 2020 Nûçe
Amerîka daxwaza derxistina PKKê ji Şingalê dike
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, divê PKK û hêzên din ji Şingalê bên derxistin. Berpirsekî êzîdî jî dibêje, ew hêvîdar in Amerîka micid be di wê mijarê de.

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka di karûbarên Rojhilata Navîn de, Joey Hood li ser rewşa devera Şingalê ragihandiye, Şingal baştirîn cih e ku Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser li hev bikin û bigihên rêkeftinê.

Joey Hood her wiha gotiye, hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê, Tirkiye bi piştevaniya Amerîka û welatên hevpeyman dikarin Şingalê ji kom û milîsên çekdar, ku PKK jî di nav wan de ye, paqij bikin. Paşê dikarin rêveberiyeka hevbeş û sivîl bo Şingalê destnîşan bikin ku xelkê wê deverê jê razî bin.

Fermandeyê hêzên Êzîdxanê, Heyder Şeşo jî li ser vê mijarê ji K24 re gotiye, ew pêşwaziya wê daxwaza Amerîka dikin lê ew hêvîdar in Amerîka di vê mijarê de micid be. Çimkî eger Amerîka micid be dikare di nav çend saetan de pirsgirêkên Şingalê çareser bike.

Basnews
Top