Jinên Rojavayê Kurdistanê: Hejmara jinan di parlamena Sûriyeyê de kêm e
Piştî diyarkirina endamên nû yên Meclisa Gel a Sûriyeyê (Parlamen), rêxistin û çalakvanên jin li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan. Jin dibêjin, rêjeya wan di meclisê û saziyên dewletê de pir kêm e û sozên ku hatine dayîn nehatine cih.
Ragihandina lîsteya nû ya Meclisa Gel a Sûriyeyê, nîqaşên li ser wekheviya zayendî û hebûna jinan di qada siyasî de, careke din germ kirin. Li gorî zanyariyan, di nava 210 endamên meclisê de tenê 22 jin cih digirin, ku ev rêje tenê digihîje ji sedî 10an.
Çalakvan Evîn Yûsif diyar kir, hebûna jinan di parlamenê û dezgehên hikûmetê de pir qels e. Yûsif bal kişand ser wê yekê ku hikûmetê berê sozên cuda dabûn, lê niha di pratîkê de jin ji qadên biryardayînê dûr hatine xistin. Li gorî Evîn Yûsif, ev rêje ne li gorî pîvanên navdewletî ye û ne jî li gorî daxwazên civaka Sûriyeyê ye.
Rêxistinên jinan li Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku rêjeya jinan di saziyên fermî de, herî kêm ji sedî 30 be. Sekretera Partiya Naverast Zerîfe Gedo destnîşan kir, divê mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî were parastin.
Gedo got: "Em dibînin ku hebûna jinan pir kêm e. Divê di destûra nû de ku niha li ser tê nîqaşkirin, mafê jinan were çespandin û jin di hemû saziyan de bi awayekî çalak cih bigirin."
Ne tenê di Meclisa Gel de, lê di hemû saziyên hikûmetê de hebûna jinan lawaz e. Rêxistinên jinan diyar dikin, ew ê zextên xwe berdewam bikin da ku di pêvajoyên siyasî û îdarî yên pêş de, deng û îradeya jinan hîn zêdetir were dîtin.
K24
