• Saturday, 07 February 2026
logo

NY: Sedema kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê cîbicînekirina destûra Iraqê ye

Gulan Media August 27, 2020 Nûçe
NY: Sedema kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê cîbicînekirina destûra Iraqê ye
Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê ragihand; kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji ber wê yekê ku heta niha jî destûra Iraqê weke pêwîst nehatiye cîbicîkirin.

Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê diyar kir: “Gotûbêjeke avaker yekane çareserî ye û min çendîn car ev yek gotiye.”

Hennis-Plasschaert eşkere kir: “Destûra Iraqê di sala 2005an de hatiye nivîsandin, cîbicînekirina hemû birge û madeyên destûrê weke çawa di nivîsê de hatiye, sedema nakokî û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Piştî 15 salan, hê jî li ser sîstema federalî, enerjî, çavkaniyên sirûştî, deverên cihê nakokî, erk û mafên her du aliyan rêkeftin nehatiye kirin. Niha ku her du alî gihiştine rêkeftineke destpêkî, bi taybetî li ser mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, em pêşwazî dikin û ev karekî baş e.”

Jeanine Hennis-Plasschaert eşkere kir: “Meha Gulanê min di raporta xwe de behs kir ku li Herêma Kurdistanê reform û nehiştina gendeliyê dest pê kiriye.”

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê behsa mijara awareyan jî kir û got: “Heta niha hejmareke mezin ji awareyên Iraqê ku li kampên Herêma Kurdistanê dimînin, ji ber nearamiya deverên wan û hebûna metirsiya bombe û teqemeniyan, nekarîne vegerin cih û warên xwe.”

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir: “Min ev mijar ligel her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kiriye.”

K24
Top