Teqîna li Şamê: Hejmara miriyan gihîşt 9 kesan
Berpirsên Sûriyeyê ragihand ku hejmara kuştiyên teqîna kafeteryayeke li bajarê Şamê gihîşt 9 miriyan û 20 birîndaran.
Teqîn piştî nîvroya roja Pêncşemê li nêzîkî Koşka Dadê ya li navenda Şamê rû da ku ew der herêmeke qerebalix e û avahiyên girîng ên hikûmetê lê ne.
Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Ev êriş wekî êrişa herî bi xwîn a piştî teqîna sala par a li dêrekê tê dîtin.
Nûr Xeyatê 40 salî ku li nêzîkî cihê bûyerê dikaneke wî heye ji AFPyê re got:
"Saet nêzîkî 3yê piştî nîvro bû, min dengekî pir bilind ê teqînê bihîst û deriyê dikanê hejiya.
Xelk ber bi kafeteryayê ve reviya û gazî ambulansan dikir."
Xwediyê dikaneke din Mihemed Zehebî jî da zanîn:
"Dema ez gihîştim cihê bûyerê, min dît ku gelek kes ketine û her der xwîn bû.
Van dîmenan salên şerê navxwe anîn bîra me."
"Berpirsên vê xwînrijandinê dê werin cezakirin"
Parêzgarê Şamê Mahir Deybî li cihê teqînê diyar kir ku lêkolîneke hûr hatiye destpêkirin û got:
"Berpirsên vê xwînrijandinê dê werin cezakirin.
Her gava ku welat ber bi aramiyê ve diçe, aliyên xirabkar hewl didin wê xera bikin."
Li ser asta navneteweyî, Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Claudio Cordone xwest ku sûcdar werin darizandin.
Tirkiye û welatên Ereban ên wekî Îraq, Urdin, Qeter û Misirê ev êriş bi tundî şermezar kir.
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an, rayedarên nû yên Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şer hewl didin Sûriyeyê bikin yek û ewlehiyê vegerînin lê belê car caran li Şam û herêmên din bûyerên bi vî rengî çêdibin.
Êrişa herî bi xwîn a piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, Hezîrana 2025an li dêrekê hatibû kirin ku tê de 25 kes miribûn.
Rudaw
