• Tuesday, 29 September 2026
logo

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Pêşmergeyê dêrîn Ebdulrehman Pêdawî re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Pêşmergeyê dêrîn Ebdulrehman Pêdawî re xwest

Serok Mesûd Barzanî, ji ber wexera dawiyê ya kesatiyê neteweperwer û Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulrehman Pêdawî, peyameka sersaxiyê belav kir û tê de hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên wî diyar kir.

Baregayê Barzanî îro (Pêncşem, 2ê Tîrmeha 2026ê), ji ber wexera dawiyê ya kesatiyê neteweperwer û Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulrehman Pêdawî, peyameka sersaxiyê belav kir.

Di wê peyamê de hat eşkerekirin ku Pêşmergeyê wexerkirî Ebdulrehman Pêdawî piştî ku ji Kolîja Serbazî derçûbû, tevlî nav refên şoreşa Îlonê bûbû û fermandarekê bibandor û jêhatî yê şoreşa Îlonê bû. Herwesa li sala 1976ê bûbû endamê Serkirdetiya Demkî û paşê kadroyekê çalak û dilsoz ê şoreşa Gulanê bû.

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan

Bi kovaneka mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê (Ebdulrehman Pêdawî) gihîşt me.

Xudêjêrazî kesatiyê neteweperwer Ebdulrehman Pêdawî, piştî derçûna xwe ya ji kolîja serbazî gihîşt nav şoreşa Îlonê û fermandarekê bibandor û jêhatî yê şoreşa Îlonê bû. Herwesa di sala 1976ê de endamê Serkirdetiya Demkî û paşê kadroyekê çalak û dilsoz ê şoreşa Gulanê bû.

Ez sersaxiya ji malbat, kesûkar û nasên Xudêjêrazî Ebdulrehman Pêdawî re dixwazim û xwe wekî hevpişkê xema wan dizanim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi biheşta berfireh şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyekî bide.

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

 

Mesûd Barzanî

2ê Tîrmeha 2026ê

 

K24

Top