Amerîka li ser mijara PKKê daxwazekê ji Tirkiye û Iraqê dike
Alîkarê wezîrê derve yê Amerîka di karûbarên Iraqê de, Deyvîd Koplî ragihandiye, pêwîst e rêz li serweriya Iraqê were girtin û di heman demê de nîgeranî û berjewendiyên ewlehiyê yên Tirkiyê jî bên dîtin û li ber çavgirtin.
Wî berpirsê Amerîkî diyar kiriye, çareya herî baş bo arîşeya hebûna PKKê li Iraqê ew e ku Tirkiye û Iraq li ser wê mijarê dest bi danûstandinê bikin û bi rêka diyalogê wê pirsgirêkê çareser bikin.
Bi salan e ji ber hebûna PKKê, Tirkiye deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bordûman û topbaran dike. Ji ber wê jî heta niha bi dehan welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û birîndar bûne, ziyanek mezin gihîştiye welatiyên wan deveran.
Xelkê wan deveran gelek caran daxwaz kirine PKK ji wan deran derkeve lê PKK guh nade daxwaza wan û tenê bi ya xwe dike.
Basnews
