Rûsya, Tirkiye û Îranê rêkeftina HSD û kompanyaya petrolê ya Amerîkî red dikin
Pêr 24ê Tebaxê wek amadekariyekê ji bo civîna Astanayê, Rûsya, Tirkiye û Îran li Cenêvê bi Nûnerê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen re civiyan û şeva bûrî jî di daxuyaniyeke hevbeş de naveroka civîna xwe di 10 xalan de aşkere kir.
Di xaleke daxuyaniya hevbeş de, behsa rêkeftina werberhênan petrol ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û kompanyaya petrol a Amerîkî “Delta Crescent Energy” de hatiye kirin.
Her sê welat wê rêkeftinê red dikin û dibêjin: Rûsya, Tirkiye û Îranê li dijî derxistin û werberhênana nayasayî ya dahata petrola Sûriyê ne, Divê ew dahat ji komara Sûriyê re be. Herwiha ew her sê welat tekez dikin: Ew hewleke cudaxwaziyê ye.
Di destpêka vê mehê de, hat ragihandin, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û kompanyaya Amerîkî “Delta Crescent Energy” rêkeftinek ji bo weberhênana petrolê îmze kiriye. Di çarçoveya wê rêkeftinê de jî 2 parzûnên petrolê yên veguhêz tên avakirin, ta bikarin rojane 20 hezar bermîlên petrolê berhem bînin.
K24
