Li rojavayê Kurdistanî pêketina 31 kesan bi Koronayê hat ragihandin
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand; di 24 demjimêrên bûrî de 31 kesên nû bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 20 mêr in û 11 jin in.
Diyar kir jî, ji koma pêketiyan 7 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo , 2 kes li Rimêlan, kesek li Girkê Legê, 3 kes Dêrikê, 3 kes li Tirbesipiyê û kesek li Dêrazorê ne,
Hevserokê Desteya Tenduristiya aşkere kir, pêketiyekî 58 salî li herêma Cizîrê bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 8 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 425 kesan, ji wan 75 kes baş bûne û 27 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
