• Saturday, 07 February 2026
logo

Li rojavayê Kurdistanî pêketina 31 kesan bi Koronayê hat ragihandin

Gulan Media August 26, 2020 Nûçe
Li rojavayê Kurdistanî pêketina 31 kesan bi Koronayê hat ragihandin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, li rojavayê Kurdistanê 31 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û pêketiyekî canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand; di 24 demjimêrên bûrî de 31 kesên nû bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 20 mêr in û 11 jin in.

Diyar kir jî, ji koma pêketiyan 7 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo , 2 kes li Rimêlan, kesek li Girkê Legê, 3 kes Dêrikê, 3 kes li Tirbesipiyê û kesek li Dêrazorê ne,

Hevserokê Desteya Tenduristiya aşkere kir, pêketiyekî 58 salî li herêma Cizîrê bi Koronayê canê xwe ji dest daye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 8 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 425 kesan, ji wan 75 kes baş bûne û 27 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top