Iraq: Di bombebarana Tirkiyê bo ser Şingalê de 2 kes hatine kuştin
Şaneya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê dibêje, “firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê derbasî sînorê esmanî yê Iraqê bûne û saet 7ê êvarê otomobîleke Pick Up duble li gundê Behrava yê ser bi Komelgeha Xanesorê ya Şingalê kirine armanc.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama bombebarana Tirkiyê de “2 welatiyên sivîl hatine kuştin û şofêrê otomobîlê jî rizgar bûye.”
Şaneya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê herwiha diyar kiriye, ku wan firokeyan cihek li gundê Bare yê ser bi Xanesorê ve kirine armanc lê zanyarî derbarê qurbaniyan de nînin, lê otomobîlên hawarçûna tendirustiyê bilez çûne cihê bûyerê.
Pêştir peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Tehsîn Qasim gotibû, firokeyan li Şingalê otomobîlek li sînorê Şingalê kirine armanc.
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, tevgera firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê di wan demên dawî de li esmanê Şingalê berdewam bûye û şervanên wan dibin armanc.
Rêveberê Nahiyeya Sinûnê, Xudêda Çokî jî piştî demeke kurt ji êrîşê ji Rûdawê re ragihandibû, “demjimêr 19:00 êrîş pêk hatiye lê ti kuştî û birîndar nînin.”
Rêveberê Nahiyeya Sinûnê daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir, li hember êrîşên Tirkiyê helwêst nîşan bide û rê nede ku Tirkiye êrîşî Şingalê bike.
Dema 65 rojan e ku Tirkiye li nav axa Başûrê Kurdistanê operasyonek li dijî PKKê destpê kiriye û heta niha hêzên xwe li 16 cihên stratejîk di nav axa Başûrê Kurdistanê de bicih kirine.
Rudaw
