• Saturday, 07 February 2026
logo

Heşda Şeibî 250 çekdar şandin Idlibê

Gulan Media August 26, 2020 Nûçe
Heşda Şeibî 250 çekdar şandin Idlibê
Heşda Şeibî ya Iraqî 250 çekdarên xwe derbasî navçeya kêmkirina şer li parêzgeha Idliba Sûriyê kirin.

Ajansa “Anadolu” belav kir, Heşda Şeibî roja 23ê vê mehê nêzîkî 250 çekdarên xwe ji Iraqê derbasî bajarê Bokemalê kirin û li baregehên mîlîşyayên Îranî bi cih kirin.

Wê ajansê aşkere kir jî, piştre ew çekdarên Heşda Şeibî ligel 200 çekdarên mîlîşyayên Îranî ber bi parêzgeha Idlibê bi rê ketin û li bereyên li hember çekdarên opozîsyona Sûriyê bi cih bûn.

Li gor zanyariyê wê ajansê jî, Îran ji 3 mehan ve hêzê dişîne navçeya kêmkirina şer a li Idlibê û çalakvanên opozîsyona Sûriyê dibêjin, amadekariyên operasyoneke serbazî li ser Idlibê tên kirin.

Di meha Gulana 2017an de Tirkiye, Rûsya û Îranê ragihandibû ku ew di çarçoveya civînên Astanayê de derbarê rewşa Idlibê de gihîştine rêketinekê. Li gor wê rêkeftinê jî, “herêma kêmkirina aloziyan” di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de hat avakirin.

Di 5ê meha Adara bûrî de jî, Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê li ser agirbestekê li Idlibê li hev kiribûn û roja din jî ketibû ware bicihkirinê.

K24
Top