Êrişên li dijî jinan li Til Eran û Til Hasilê hatin şermezarkirin
şênî û jinên li bajarên Zirgan, Til Temir û Dirbêsiyê yên Cizîrê, her wiha yên li bajarê Kobanê jî ji bo şermezarkirina kiryarên êrişên hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî jinên Kurd li bajarokên Til Eran û Til Hasilê çalakî li dar xistin.
Li bajarê Zirganê bi beşdariya jinan, rêxistin û yekîtiyên jinan ên li bajêr daxuyaniyek ji hêla endama Kongra Star Mîliya Nemo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de kiryarên ku li dijî jinan li Til Eranê hatin kirin, hatin şermezarkirin û ht gotin ku divê maf û rûmeta jinan were parastin.
Di daxuyaniyê de berpirsyarê van kiryaran hikumeta demkî ya Sûriyeyê hate dîtin û daxwaz ji aliyên peywendîdar hat kirin ku bi awayeke lezgîn derbarê kesên ku ev kiryar pêk anîna lêpirsînê çêbikin û hesab ji wan bixwazin, vê yek jî ji raya giştî re ragihînin.
Li Til Temirê jî Kongra Star bi daxuyaniyekê da zanîn ku li bajarokên Til Eran û Til Hasil “kiryarên xeternak” li dijî welatiyan tê kirin û dixwazin bi vê yekê rewşeke nû bi darê zorê li ser welatiyan ferz bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ne pêkane pirsgirêkên ku pêkhateyên Sûriyeyê jiyan dikin, bi rêya hêz û kiryarên paşguhkirinê bên çareserkirin, divê ew bi perensîba hevkariyeke heqîqî û wekheviya di navbera welatîbûnê de pêk were. Domandina van kiryaran wê parçebûna civakî, taifî û mezhebî kûrtir bike, pê re jî xeteriya li ser ewlehî û istiqrara li Sûriyeyê, yekîtiya gelê wê zêdetir bibe.
Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir ku hemû kiryar bi awayeke lezgîn werin rawestandin, girtî werin berdan, ji bo lêpirsîneke zelal û hesabxwestin ji sûcdaran komîteyeke bê avakirin.
Li Dirbêsiyê Kongra Star bi amadebûna endamên saziyên sivîl û meclisan, li navenda bajêr çalakiyeke protestokirinê li dar xist. Di çalakiyê de Endama Rêveberiya Kongra Star Rexda Şihadê bi navê Kongra Star daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî welatî û jinên li her du bajarokan sûc pêk hatiye, bi wê sûcê lêdan û girtin çêbûne.
di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û aliyên peywendîdar hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji sûcdaran bixebitin, parastina welatiyan bikin û hemû cureyên tundî û kiryaran rawestînin.
Li bajarê Kobanê Kongra Star daxuyaniyek da, Seroka Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bedîaa Miho ew daxuyanî xwend. Bedîaa Miho got: “Em bi tundî kiryarên ku hêzên ewlehiyê yê hikumeta demkî pêk tînin şermezar dikin. Li şûna ku ev hêz bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkan, ew bûye ku zirarê dighîne gel û êrişî jin û dayîkan dike. Em weke jinên li Sûriyeyê van kiryarên ku jinan bi awayeke taybet hedef digire şermezar û red dikin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê bi îradeya jina azad, parastina mafê hemû jinên li Sûriyeyê bikin û têkoşîna xwe bidomînin.
ANHA
