• Sunday, 08 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bi boneya salvegera enfala Badînan

Gulan Media August 26, 2020 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bi boneya salvegera enfala Badînan
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 32yemîn salvegera enfalkirina xelkê devera Badînan ji aliyê rejîma Be's ve, peyamek belav kir.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Tawana Enfala Badînan berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku rejîma berê yê Iraqê bi mebesta qirkirin û jinavbirina gelê Kurdistanê di salên heştiyên sedsala bîstem de li navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê encam da. Ji 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an, beşeke zêde ya navçe û gundên devera Badînan ketin ber helmeta nemirovane ya kîmyabarankirin û girtin û kuştin û veguhestin û enfala welatiyên bê tawan ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Iraqê ve. Bi hezaran kes şehîd û bêserûşûn û koçber kirin û bi sedan gund jî rûxandin.

Mezintirîn kêşeya rejîmên berê û neyarên Kurdistanê, hebûna gelek bû ku xwediyê dîrok û cografya û taybetmendiyên neteweyî bû. Mebesta wan ew bû li rêya zorê û jenosayd û enfal û guherîna demografya ve dawiyê bi hebûna gelê Kurdistanê bînin. Lê belê xweragiriya xelkê Kurdistanê rêya wê yekê girt ku ew plana şûm û nemirovane ser bigrê.

Em di bîranîna karesata Enfala Badînan de tekez li ser rewatiya maf û daxwazên gelê xwe dikin û pêwîst e jî dewleta Iraqê qerebûya wan hemû tawan û karesatan bike ku di sedsala derbasbûyî de li ser gelê Kurdistanê de aniye.

Di vê bîranîna tehl de silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Badînan û Germiyan û Barzan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn û em radigihînin ku tu demekê em wê zulm û êş û tawanan ji bîr nakin ku li dijî gelê me hatine kirin.

Mesûd Barzanî

25 Tebax 2020

K24
Top