• Saturday, 07 February 2026
logo

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawî ya Barzan Mela Xalid

Gulan Media August 26, 2020 Nûçe
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawî ya Barzan Mela Xalid
Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Barzan Mela Xalid, pêşmergeyê dêrîn û medyakarê serdema şoreşê û dengê Kurdistanê, peyama sersaxiyê belav kir.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê gelê me û dengê zelal ê ragihandina şoreşê Barzan Mela Xalid gihîşt me. Dengê Barzan Mela Xalid dengê Pêşmerge û dengê azadîxwazî û xebat û berxwedana gelê Kurdistanê bû û herdem li bîra azadîxwazan da dimînê.

Serxweşiyê li xwe û malbata niştimanperwer û têkoşerê Xwedê jêrazî Barzan Mela Xalid û hemû hevalên wî û medyakar û xelkê niştimanperwerên Kurdistanê dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdar im Xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înne Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

25 Tebax 2020

Top