Ehmed Şer navên 70 parlamenteran eşkere kirin, tenê 2 Kurd hene
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê ji hundirê Parlamentoya Sûriyeyê da zanîn ku navên 70 endamên nû hatin eşkerekirin.
Ev 70 endam para Serokkomarê Sûriyeyê ne û rasterast ji aliyê wî ve hatine destnîşankirin.
Serokê Komîteya Hilbijartinan lîsteya navan eşkere kir.
Di nav vê lîsteyê de tenê navên du Kurdan hene. Ew jî Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî ne.
Pergal û pêkhateya Parlamentoyê
Li gorî Pergala Hilbijartinê ya Demkî, Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) bi giştî ji 210 endaman pêk tê.
Ji van 210 endaman 140 endam bi rêya hilbijartinan tên diyarkirin. 70 endamên din jî rasterast ji aliyê Serokkomar ve tên destnîşankirin.
Ev gava destnîşankirina 70 endaman, piştî eşkerekirina encamên hilbijartinên 140 endamên din hat avêtin.
Bi vê yekê pêkhateya parlamentoyê bi temamî hat avakirin.
Rûniştina ewil roja duşemê ye
Komîteya Bilind a Hilbijartinan, beriya niha encamên dawî yên hilbijartinan ragihandibû.
Ew hilbijartin li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê hatibûn lidarxistin.
Encamên parêzgeha Reqayê 18ê Adara 2026an hatibûn ragihandin.
Encamên Hesekê û Kobaniyê jî 25ê Gulana 2026an hatibûn eşkerekirin.
Li parêzgeha Siwêdayê hilbijartin nehatin kirin û kursiyên wê yên hilbijartinê vala mabûn.
Lêbelê di nava para Serokkomar de 2 endam ji bo Siwêdayê hatin destnîşankirin.
Piştî derxistina fermana serokatiyê, Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinan dê hemû endaman ji bo rûniştina yekem vexwîne.
Rûniştina ewil a Parlamentoya Sûriyeyê dê roja duşemê were lidarxistin.
Endam dê di vê rûniştinê de beşdarî merasîma sondxwarinê bibin.
Her wiha dê desteya serokatî û rêveberiya parlamentoyê hilbijêrin da ku dest bi karên xwe yên yasayî bikin.
Lîsteya navên 70 endaman
Navên wan 70 endamên ku ji aliyê Serokkomar ve hatine destnîşankirin li gorî parêzgehan wiha ne:
Îdlib:
Fatime Ebdulletîf Yûsif
Murhef Mihemed Subhî Tuto
Hesen Îbrahîm Duxeym
Mihemed Nayif Belas
Necwa Behcet Qesas
Hisîça:
Yasir Silêman Mensûr
Ehmed Newaf Cerba
Ebdulhemîd Ukêl Ewak
Ebdulkerîm Hewas Beşar
Mistefa Ebdurehman Ebdî
Mihemed Seîd Ebdulqadir Heso
Gabriyel Mûşê Kuriye
Reqa:
Ehmed Qedûr Efdal
Hemûd Îbrahîm Hesen Himûd
Xelîl Derdere Ebdullah
Siwêda:
Leyş Wehîd Belûs
Subh Uqle Bedah
Quneytera:
Eymen Mihemed Şuqeyrî
Yehya Mihemed Îmad Îbrahîm
Laziqiye:
Îsa Mihemed Îbrahîm
Muder Wefîq Hemdan
Hesen Mihemed Selîm Sofan
Madonna Suheyl Bişare
Heleb:
Ebdulkerîm Ehmed Berekat
Muhrib Mihemed Himûd
Mihemed Îbrahîm Hac Osman
Mistefa Yehya Ekûş
Hisên Ebdurehman Elî
Ehmed Umer Zêdan
Ebdulmunim Mihemed Nasîf
Hesûn Mihemed Esaf
Wedîi Mihemed Hac Himûd
Mihemed Elî Mihemed Yasîn
Lara Fethî Qedîd
Husamadîn Mihemed Zekeriya Teterî
Ebdurehman Micahim Mistefa
Mihemed Yasir Ebdulkerîm Himûdî Hemed
Hama:
Suheyl Hebîb Fadil
Elaa Hisên Mûsa
Xeldûn Cemal Ehmed
Rozîna Amir Lazqanî
Dewe Ebdulhemîd Ehdeb
Hims:
Munzir Ehmed Seras
Mahir Ebdulwehab Elûş
Esma Ferhan Sibaî
Hemze Casim Qeblan
Îmad Yaqûb Berq
Huda Ebdulbasit Etasî
Dera:
Mihemed Îbrahîm Zuebî
Mueyed Hayil Qiblay
Henan Îbrahîm Belxî
Nasir Mihemed Xêr Herîrî
Şam:
Newar Îlyas Nîme
Semîre Eymen Wetar
Aîşe Mihemed Fehed Dêbis
Ebdullah Zuheyr Zayid
Mihemed Ziyad Rîbat
Dêrezor:
Ramî Şahir Salih
Musab Xelîl Şêx Cidan Hifl
Mihemed Mûsa Turêhe
Siûd Feysel Nicris
Îsra Zuheyr Meşhûr
Umer Fewaz Mihemed
Gundewarê Şamê:
Husamadîn Mihemed Macid Rizme
Enes Mihemed Ebdê
Mihemed Yasir Dilwan
Bedir Muhyedîn Camûs
Heysem Yûsif Measas
Fatime Mihemed Heyder
Seniye Murad Murad
Rudaw
