• Wednesday, 01 July 2026
logo

Li Qamişlo şêrekî zarokek gez kir

Li Qamişlo şêrekî zarokek gez kir

şêrekî li baxçeyê lawiran ê li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo, zarokê bi navê Huseyîn El Hemadî yê 10 salî, ji taxa El Zinûd gez kir û di encmê de zarok bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan zarok di dema serdana baxçeyê lawiran de destê xwe avêt nav rekeha şêr, di encamê hat gezkirin û birîndar bû.

Zarok ji bo dermankirinê veguhestin Nexweşxaneya Neteweyî.

Çavkaniyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Neteweyî ragihandin ku rewşa zarok baş e û ew ji nexweşxaneyê derketiye.

 

ANHA

Top