DAIŞê êrîş kir: 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hatiye eşkerekirin: “Êrîşeke çekdarî bi ser hêzeke Fewca Sê ya Lîwaya Bîst li Firqeya Pênc, li navçeya Daqûqê li ser rêya sereke ya parêzgeha Kerkûkê hatiye kirin.”
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de çar leşker hatine kuştin û çar jî birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve jî, îşev li gundê Sit Safa yê ser bi nahiya Qeretepe ya li sînorê navçeya Xaneqînê, sê welatî hatin revandin û yek jî hat birîndarkirin.
Li ser vê mijarê, Kemal Birayîm, Berpirsê Lijneya Navçeyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Qeretepeyê ji Kurdistan24ê re ragihand; du wesayîtên ser bi DAIŞê sê welatiyên ji gundê Sit Safa revandin, ku du ji wan birayên hev in û welatiyek jî hatiye birîndarkirin.
K24
