Wezareta Pêşmerge dest bi rêkxistina hêzên xwe kir
Îro yekşemê 24ê Tebaxa 2020an Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ligel Ebdulhelîm Xesro, Serokê Fermangeha Hemahengî û Lipeyçûnê ya Encûmena Wezîran û Sekreterê Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek pêk anî, ku Serbest Lezgîn, Birîkarê Wezaretê jî amade bû, li ser mijara hûrgiliyên birge û madeyên li nav yasaya pesendkirî ya çaksaziya hikûmetê ya ku bi Wezareta Pêşmerge ve girêdayî ye, gotûbêj kirin.
Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Pêşmerge ragihand: “Cîbicîkirina vê yasayê, mayeya kêfxweşiya her kesî ye û divê di dema cîbicîkirinê de bi qezenca başkirina sîstema hikumraniya herêma me bibe.”
Wezîrê Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku berî niha weke Wezareta Pêşmere, bi rêya projeyasaya çaksaziyê li wezaretê, dest bi rêkxistina hêzan, teşkîlata serbazî, rêkarên îdarî û darayî kirine û di vê mijarê de pêngavên mezin avêtine û pêvajo bi awayekî baş pêşve diçe.
Sekreterê Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê ragihand: “Armanca me ew e ku em bi hev re kar bikin, da ku di dema cîbicîkirina yasayê de ligel pêngavên ku li Wezareta Pêşmerge ji bo xwerêkxistina hêz û lîwayan têne avêtin, hevta bin.”
K24
