Erşed Salihî: Em dê her hewlekê bidin ku Pêşmerge venegere Kerkûkê
Serokê Bereya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî, îro Duşemê, 24.08.2020, ragihand, berjewendiya siyasî ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye ku tê xwestin dûbare hêzên Pêşmerge vegerine parêzgeha Kerkûkê û got jî ew dê çendîn dîdar û civînan li gel hêzên siyasî bikin ji bo rêgirîkirina li her rêkeftineke hemahengiyê ya hevbeş di navbera hêzên federalî û Pêşmerge de.
Erşed Salihî, dibêje, nabe ew bêdeng bin di perawêzkirina herdu pêkhateyên Ereb û Tirkmen ji bo berjewendiyên siyasî yên di navbera hikûmeta federalî û partiyê Kurdî û amaje bi wê jî da, “Her rêkeftinek a bo dûbare vegerandina rewşê bo berî 2017an ji bo sepandina asayişê nabe bê kirin, ji ber ku rewşa bajar aram e û pêwîst nake ti hêzek ji derveyî bajar bê.”
Roja Yekşemê, 23.08.2020, parlamenterê Ereb ê Kerkûkê Xalîd Mexrecî û parlamenterê Tirkmen ê Kerkûkê û Serokê Bereya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî, li dijî vekirina navendên hemahengiyê li parêzgeha Kerkûkê, yadaşteke hevbeş a nerazîbûnê dane Seîd Herebiye, Fermandarê Baregeha Pêşkeftî ya Fermandariya Operasyonan li Kerkûkê.
Li gor wan herdu parlamenteran rewşa Kerkûkê aram e ku ev jî bi hewla hêzên emnî û pêwîst e parêzgerî li wan pêkhateyên emnî yên niha bê kirin û îddîa dikin ku her guhertinek dê karîgeriyeke xirap li ser Kerkûkê bike.
Her li gor gotina wan parlamenteran, herdu pêkhateyên Ereb û Tirkmen, vekirina Navenda Hemhengiyê li Kerkûkê boykot dikin, ji ber ku bi gotina wan wê parêzgehê pêwîstî bi wê yekê nîne û ew kar jî binpêkirina yasa Iraqê û biryarên Parlamentoya Iraqê ye ku tekeziyê li ser wê yekê dike, “jibilî hêzên federalî nabe ti hêzeke din li Kerkûkê be.”
Ev di demekê de ye ku biryar e Pêşmerge û Artêşa Iraqê, 4 navendên hevbeş bi mebesta bi hev re karkirinê vekin û wê valahiya emnî ku li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çê bûye tijî bikin.
Herwiha di encama 2 civînên di navbera Wezarta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ji bo gihîştina rêkeftinê li ser çend xalan, çaverêyî civîna bê ya wan herdu wezaretan tê kirin ku biryar e hefteya bê li Bexdayê pêk were.
Ew xal jî ev in;
-Pêkanîna hemahengiyê di navbea Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê li navçeyên Diyale, Kerkûk û Neynowa
-Tijîkirina wê valahiya emnî ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de çê bûye
-Pêkanîna Jûra Operasyonê ya Hevbeş di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê li navçeyên cihê nakokiyê
-Danîna bazgehên hevbeş di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li deriyên Kerkûk, Diyale û Neynowa
-Pêkanîna hêza hevbeş ji Pêşmerge û Artêşa Iraqê li navçeyên cihê nakokiyê
Ev bo heyama salekê ye danûstandinên bi armanca bi hev re karkirinê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de dest pê kirine, lêbelê Bexdayê bi hinceta destpêkirina xwepêşandanan giftugo ragirtibûn û niha dûbare lihevtêgiştinekê dest pê kiriye.
Rudaw
