27 kesên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, di nava 24 seatên derbasbûyî de 458 kesên din li seraserê Kurdistanê bi Koronayê ketine.
Hijmara herî zêde ya berketiyên 24 seatên derbasbûyî li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 127 kese.
Herwiha wezaretê eşkere kiriy ku di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 27 berketiyên Koronayê li Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
