• Sunday, 08 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Divê bîranîna Enfalê bêtir me han bide ji bo tebayî û yekrêziyê

Gulan Media August 25, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Divê bîranîna Enfalê bêtir me han bide ji bo tebayî û yekrêziyê
Serokê Herêma Kurdistanê di bîranîna qurbaniyên komkujiya Enfala Badînanê de peyamek belav kir, ku têde dibêje, “divê bîranîna Enfalê me zêdetir han bide ji bo bihêzkirina tebayî û yekrêziya aliyan û pêkhatên Kurdistanê û ew rûpelên dîrokê pêwîste bibin hewêna lêborînî û aştî û pêkvejiyan û parastina destkeftên Kurdistanê ku ew jî baştirîn wefadarî ye ji bo xwîna şehîdan.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “bi rêz û hurmet ve em qurbaniyên Enfala Badînanê bi bîr tînin û silavê ji kesukarên wan ên serbilind re dişînîn.”

Îro 25 Tebaxa 2020an 32 sal bi ser Enfala Badînanê re derbas dibin, ku pêla heştem û qonaxa dawî ya komkujkirina xelkê Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê di jêr navê Enfalê de ye. Ew qonaxa Enfalê ji 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam bû û navçeyên Amêdî, Duhok, Zazo, Şêxan, Akrê û Barzan li xwe digirt.

Tevî derbasbûna 32 salan di ser Enfala Badînanê re, hêj jî malbat û kesûkarên wan kesên ku di wan êrîşên rejîma Beis a Iraqê de şehîd bûne, li bendê ne ku rufatên şehîdên wan bihên vegerandin.

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de amaje bi erk û berpirsyariya Bexdayê li hember kesûkarên qurbaniyên Enfalê dike û dibêje: “Divê hikûmeta federal a Iraqê erkê xwe yê yasayî û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê cîbicî bike, ku pêlên Enfalê weke tawana dijî mirovahiyê, jenosîd û tawana dijî şer nas kiriye û qurbaniyan û kesûkarên enfalkiriyan di her alî de qerebû bike.”

Pêlên Enfalê li hember Kurdan, bi rûxana rejîma Beisê dawî lê nehat, belku hêj jî berdewam e û di Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê piştî kontrolkirina Mûsilê êrîşî ser navçeyên Kurdên Êzidî li parêzgeha Neynewayê kirin û bi sedan kes ji Kurdên Êzidî komkuj kirin û bi hezaran kesên din ji wan bêserûşûn kirin, ku beşek ji wan paşê di gorên bi kom de hatin dîtin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Îro bi rêz û rûmetê ve bîranîna qurbaniyên Enfala Behdînan dikîn, rêz û hûrmet ji bo giyanê pakê şehîdan û silavan ji bo kesukarên wan yê serbilind dişînîn. Di berdewamiya wan êrîş û pêlan de û di tawaneke din a dirinde de, sala 1988 rejîma Beis (180) hezar welatiyên Kurdistanê her ji Germiyanê ve heta Badînan bê cudahî bêseruşûn û şehîd kirin û hemû şûnewareke jiyanê li hezaran gundên Kurdistan jê bir.

Ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an li qonaxa dawî ya Enfalê de herî zêde navçeyên Badînanê hatin kîmyabarankirin û hemû pêkhateyên xelkê navçeyê ji aliyê pênc firqeyên serbazî ve rûbirûyê girtin û kuştin û veguhastinê bûn, mizgeft û dêr û gundên Badînan li ber êrîşê ketin û hatin wêrankirin, ewên ku ji tawanê rizgar jî bûn, ber bi Îran û Tirkiyê û welatên din ve koçber û derbeder bûn.

Di vê bîranînê de em tekez dikin ku divê Hikûmeta Federal a Iraqê erkê xwe yê yasayî û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê cîbicî bike ku pêla Enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û tawana cengî nasandiye û qurbanî û kesukarên enfalkiriyan ji her alî ve qerebû bike, li Herêma Kurdistanê jî bêtir xizmeta qurbaniyên Enfalê û dûvçûna li pey çarenivîsa wan bihê kirin. Herwiha em berdewam bin li ser dokumentkirina tawanan û hewldanên ji bo nasandina wan weke jenosayd li ser asta navdewletî, ji bo rêgirîkirina li dubarebûne wan li her ciheke cîhanê.

Divê bîranîna Enfalê bêtir me han bide ji bo bihêzkirina tebayî û yekrêziya aliyan û pêkhatên Kurdistanê û ew rûpelên dîrokê pêwîste bibin hewêna lêborînî û aştî û pêkvejiyan û parastina destkeftên Kurdistanê ku ew jî baştirîn wefadarî ye ji bo xwîna şehîdan. Her di vê bîranînê de, em spas û pêzanînên xwe ji bo xelkê Hewlêr û derdora wê dubare tînin ziman ku bi hemû awayekê hevkariya xelkê lêqewimî yê Badînan kirin ku di wê pêlê de vegihestibûn wargeha Cêjnîkanê, û camêrî û mirovperweriya wan tu demekê nayê jibîrkirin.

Silav li giyanê pakê şehîdên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

25/08/2020

Rudaw
Top