HPG: Me binkeyeke serbazî ya Tirkiyê bombebaran kir
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye, roja 20.08.2020 demjimêr 08.30, gerîlayên wan êriş birine ser baregeheke serbazî ya Artêşa Tirkiyê li navçeya Sire li Şêladiza ser bi qezaya Amêdiyê ve li parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê.
Li gor daxuyaniya HPGê, “wesayîtên asmanî yên bombebarkirî bi awayekî serkeftî bi armancên xwe ketine” û hatiye gotin ku di vê êrişê de gelek serbazên Tirkiyê hatine kuştin lê “hejmara kuştiyan nehatiye diyarkirin.”
Her li gor daxuyaniya HPGê, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê roja 23ê Tebaxê ji demjimêr 09.20 ta 10.00 4 caran Zozanên Rostê yên qada Goşîne ya Xakurkê bombebaran kirine.
HPG dibêje, dîsa roja 23ê Tebaxê, firokeyên Tirkiyê demjimêr 19.30 û 19.45 qadên Karker û Saca yên herêma Zapê bombebaran kirine û hatiye gotin, “Ji ber bombebaranê agir bi qada Karkerê ket. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”
Ev di demekê de ye ku şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê de zêde bûne û HPGê berî niha belav kiribû ku di êrişên wan de roja 21ê Tebaxê li Heftenînê 2 û li Xakurkê 10 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
HPGê diyar kiribû ku roja 22ê Tebaxê jî hêzên wan li Heftenîn û Xakurê serbazên Tirkiyê kirine armanc û li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di encama wan “çalakî”yan de li Heftenînê 1 û li Xakurkê 3 serbaz hatine kuştine.
Herwiha HPGê ragihandibû ku roja 23ê Tîrmehê di encama şerekî de li gel serbazên Tirkiyê li Şîrwana Sêrtê ku 5 rojan berdewam kir 2 gerîla, roja 11ê Tebaxê di êrişeke asmanî ya firokeyên Tirkiyê de li Bedlîsê 3 gerîla û roja 17ê jî di şerekî de li qada Kato li qezaya Elkê ya Şirnexê gerîlayekê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê daxuyaniyek belav kiribû û li gor wê daxuyaniyê, di encama êrişên hêzên wan de li nav axa Başûrê Kurdistanê 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Her li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di encama êrişên serbazên wan de ji destpêka operasyona bi navê “Çengê Piling” 107 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Artêşa Tirkiyê li herêma Heftenînê roja 15 Hezîranê bi navê 'Çengê Baz' operasyoneke asmanî û roja 17ê Hezîranê jî bi navê 'Çengê Piling' operasyoneke zemînî dabû destpêkirin.
Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor.
Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî, di encama wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.
Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.
Rudaw
