• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî: Divê em bilez yekxistina hêzên Pêşmerge temam bikin

Gulan Media August 25, 2020 Nûçe
Serokwezîr Barzanî: Divê em bilez yekxistina hêzên Pêşmerge temam bikin
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de derbarê civîna duh ya li ser rewşa wezaret û hêzên Pêşmerge de ragehand: ‘’Divê em lez bikin hêzên Pêşmerge yekxistina wan temam bikin.’’

Duh 23.08.2020ê Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talabanî ve serpereştiya civîneke taybet a wezareta Pêşmerge kir û hejmarek mijarên girêdayî bi wezaret û rewşa Pêşmerge guftûgo kirin.

Mesrûr Barzanî di twîtekî de nivîsand: ‘’Min serpereştiya civînekê kir bo guftûgo kirina derbarê çaksazî di wezareta Pêşmerge de pêkanînê.’’

Herwaha ragehand: ‘’Divê em lez bikin bo encamdana guhertinan û hêzên Pêşmerge bên yekxistin bo piştrastbûn û dadperweriya zêdetir bo hêzên me yên çekdar.’’

Serokwezîr got: ‘’Pêşmerge dê berdewam giring be bo parastina Kurdistanê.’’

Basnews
Top