Sebah Beytulla, yarîderê berpirsê mekteba rêkxistina parêzgeha Duhokê: Pêşwaziya germ a Partiya Demokrat a Kurdistanê ji destpêşxeriyan re, selmînerê baweriya neguhêr a bi yekrêzî û diyaloga niştimanî ye
Destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bo navbeynkarî û nêzîkkirina dîtin
û nêrînên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê (YNK), gaveke erênî ye û dikare şansê serkeftinê hebe. Partiya
Demokrat a Kurdistanê wek binyateke neguhêr a xwe, di hevdîtin û guftûgoyên xwe
de tu carî deriyê danûstandin û lêktêgehiştinê li ser tu alî û destpêşxeriyekê
daxistiye, belku her dem pêşwaziya her hewldanekê kiriye ku xizmetê ji îstîkrara
siyasî re bike. Di vê çarçoveyê de jî, ev gava Yekgirtûya Îslamî ji aliyê
serkirdatiya Partiyê ve bi germî hatiye pêşwazîkirin.
Bo cîbicîkirina vê mebestê jî, berê gavên praktîkî hatine avêtin û serdan di
navbera şandên her du aliyan de hatine kirin, çi bi rêya serdana şanda Yekgirtû
bo baregeha mekteba siyasiya Partî, yan serdana şanda Partî bo baregeha
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê.
Di ber ronahiya vê barûdoxa hestiyar de, pêwîst e û erkê ser milê hemû hêz û
aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê ye ku werin pêş û destpêşxeriyên wekhev
bikin. Çunkî di niha de Herêma Kurdistanê rûbirûyî komeke metirsiyên cidî dibe.
Plana neyarên ji bo lawazkirina pêgeha destûrî û qewareya siyasiya Herêmê pir
zelal û aşkera ye. Loma di vê qonaxa çarenivîssaz de, tiştê ku ji her kesî tê
xwestin، tenê yekrêzî, hevdengî û yekgirtin e, çunkî ev tekane rê ye bo
parastina Herêma Kurdistanê û destkeftên gelê me li hember wan astengiyên
(alîngriyên) ku di rojevê de ne.
