• Saturday, 07 February 2026
logo

Girê Spî – Welatiyan li dijî îşkencekirina jinekê xwepêşandan kirin

Gulan Media August 25, 2020 Nûçe
Girê Spî – Welatiyan li dijî îşkencekirina jinekê xwepêşandan kirin
Li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, jinek ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hat îşkencekirin. Xelkê bajêr li dijî wê yekê xwepêşandan kirin.

Çend roj berê çekdarên Tirkiyê êrişî mala jinekê kiribûn û gelek kelûmelên wê dizîbûn. Gava wê jinkê hewl dabû pêşiya wan bigire, îşkence li jinkê kiribû û giran birîndar kiribû.

Li gorî agahiyan, ji ber wê yekê duhî bi dehan kes li avahiya encumena bajêr kom bûn û li hember wê yekê nerazîbûn nîşan dan.

Basnews
Top