• Sunday, 08 February 2026
logo

ROJAVA: 3 kes bi Coronayê mirin û 8 kesên din pê ketin

Gulan Media August 25, 2020 Nûçe
ROJAVA: 3 kes bi Coronayê mirin û 8 kesên din pê ketin
Detseya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 haletên nû yên pêketina bi vîrusê jî hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa îro amarên nû yên têkildarî Coronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 8 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin, ku 7 ji wan zilam û yek jî jin e.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser diyar kir, 3 kes li Hesekê, 2 kes li Kobanî û ji her yek ji Reqa, Dêrezor û Tebqayê jî kesek bi COVID-19 ketine.

Bi gotina Ciwan Mistefa, herî dawî 3 kesên din ji pêketiyên Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan li Şehbayê û du kes jî li Hesekê bûne.

Li gor amarên nû, herwiha 8 haletên nû yên başbûna ji vîrusa Coronayê jî li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin.

Bi van amarên nû re, ji destpêkê ve heta niha 362 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine, ku 25 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane û 66 kes jî heta niha baş bûne, yên din hêj jî vîrus di laşê wan de heye û tên dermankirin.

Rudaw
Top