• Monday, 29 June 2026
logo

Ehmed Nûrî، berpirsê rêxistina Umêdî Geş li Zaxoyê: Pêşxistina berjewendiya hizbî li ser berjewendiya bilind a nîştimanî، sedema sereke ya serhildana hemû qeyranên siyasî ye

Ehmed Nûrî، berpirsê rêxistina Umêdî Geş li Zaxoyê: Pêşxistina berjewendiya hizbî li ser berjewendiya bilind a nîştimanî، sedema sereke ya serhildana hemû qeyranên siyasî ye

 

 

Piştî derbasbûna nêzîkî du salan bi ser proseya hilbijartina parlamena
Kurdistanê de، welatî hîn li benda wê ne ku nûnerên wan dest bi karên xwe bikin،
lê ji ber lihenevatina aliyên siyasî، heta niha parlamen hatiye pekkirin û
kabîneya nû ya hikûmetê nehatiye pêkanîn. Ev asêbûna (çeqbestûyiya) demdirêj ne
tenê proseya siyasî rawestandiye، belku bandoreke nerênî û kûr li ser bingehên
demokrasiyê، baweriya giştî bi sindûqên dengdanê û aliyên cuda yên jiyana aborî
û civakî ya xelkê kiriye.

Pekkirina parlamenê û paşketina pêkanîna hikûmetê، nabe tenê wek derengketina
civîneke asayî ya hizban bê dîtin، belku ev sstkirin û pekkirina wê dezgeha
nîştimanî ye ku nûnerayetiya sereke ya gel dike. Parlamena Kurdistanê
bilindtirîn desthilata yasadanîn û çavdêriyê ye li Herêmê. Di nebûna vê
çavdêriya rastîn de، metarsiyên zêdebûna gendeliyê di pêşerojê de bi awayekî
berçav bilind dibin؛ awayê xerckirina dahatên giştî zelal nabe، çavdêriya darayî
qels dibe û gelek projeyasayên giring û pêwîst bo birêxistina jiyana giştî bi
daleqandî dimînin.

Ji hemû aliyan giringtir û hestiyartir، pirsa pesendkirina yasaya budce û mûçeyê
fermanberan e، û yasayên darayî ne ku rasterast bi debar û jiyana rojane ya
welatiyan ve girêdayî ne. Di niha de ku em wek civak di nav gelek qeyranên aborî
û barên giran de dijîn، ji wan jî girtina dergehên sînorî، giranbûna nirxê
sûtameniyê wek benzîn û gazê، û nebûna seqamgîriya darayî؛ lewma pekkirina
saziyên yasayî barê ser milê xelkê giran kiriye.

Bêگuman parlamen wek dil û motora sereke ya her sîstemeke demokratîk tê
hesibandin. Eger ev dil ji lêdanê bikeve yan karên wê bên pekkirin، hemû cismê
(siyasî، demokratîk، aborî û civakî yê) civakê ber bi hilweşîn û pekkirinê ve
diçe، çunkî bêyî hebûna çavdêrî û lêpirsînê، tu proseyeke çaksaziyê yan
geşepêdanê sernakeve.

Ji vê perspektîfê ve، em wek rêxistineke civaka medenî، erka me ye ku dengê
nerazîbûn û nîgeraniyên welatiyan bigihînin. Lewma em ji vir bang li hemû aliyên
siyasî dikin ku pêwîst e her aliyek، li gorî qebare، pêgeh û hejmara wan
kursiyên ku bi dengê xelkê bi dest xistine، berpirsyariya nîştimanî ya xwe bo
parastina vê proseyê hilgire ser milê xwe. Em daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem li
ser mêza guftûgoya rastîn û avaker bicivin. Hevdem، em pêşvazî û destxweşiyê li
her cure destpêşxerî û gavên erênî dikin ku ji aliyê her serkirde yan hizbekê ve
bo lêktêgihiştin û çareserkirina vê asêbûnê bê avêtin، bi wî mercî ku di
berjewendiya giştî de be.

Mafê aliyên siyasî ye ku bo beşdarîkirin di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de
xwedî merc û nêrînên xwe yên siyasî bin، çunkî ev nîşana îradeya siyasî ya
aliyan e. Lê belê eger ev cudahî bibin sedema wê yekê ku hikûmet pêkneye، hingê
di dawiyê de daxwaz û çarenivîsa nîştimanî dikeve bin bandora fişar û
destwerdanên aliyên derekî، ku ziyaneke mezin li qewarê Herêmê dixe û biryar di
berjewendiya hêz û welatên din de yekalî dibin.

Lewma em daxwaz dikin li şûna pêşxistina berjewendiyên teng ên hizbî،
berjewendiya giştî ya welatiyan bibe karê pêşîn، daku xelkê Kurdistanê bikaribin
bi rêya nûnerên xwe yên rastîn di parlamena Kurdistanê de، gihîştina bi beşek ji
xewn، hêviyên dadperweriyê û jiyaneke şayiste bo xwe dabîn bikin.

Top