Di encama teqînekê de elektrîka tevaya Sûriyê qut bû
Wezîrê Elektrîkê yê Sûriyê Mihemed Zuhêr Xerbotlî ragihand, teqînek di “Hêla Gaza Erebî” de di navbera herdu navçeyên Dimêr û Edra de li gundewarê Şamê çêbûye û di encamê de “elektrîk li ser tevaya Sûriyê hatiye qutkirin.”
Xerbotlî ji medyaya fermî ya Sûriyê re aşkere kiriye, ku ev teqîna Şeşan e ku bi vî awayî li wê navçeyê çêdibe, di encamê de fişara gazê li ser wêstgeha berhemanîna elektrîkê ya Dêr Elî kêm dibe û namîne, ji ber vê yekê hemû wêstgehên din ji kar dikevin.
Wezîrê Elektrîkê yê Sûriyê herweha diyar kiriye, elektrîk dê gav bi gav li tevaya parêzgehên Sûriyê vegere.
Wezîrê Petrolê û Çavkaniyên Kanzayî yê Sûriyê, Elî Xanim jî ragihandiye, “dibe ku teqîn di encama kiryarekî terorîstî de çê bibe.”
Rudaw
