• Saturday, 07 February 2026
logo

Di encama teqînekê de elektrîka tevaya Sûriyê qut bû

Gulan Media August 24, 2020 Nûçe
Di encama teqînekê de elektrîka tevaya Sûriyê qut bû
Li navçeya di navbera Dimêr û Edra li nêzîkî Şam a paytexta Sûriyê, teqîneke mezin çê bû û di encamê de elektrîk li ser tevaya Sûriyê bo demeke kurt qut bû.

Wezîrê Elektrîkê yê Sûriyê Mihemed Zuhêr Xerbotlî ragihand, teqînek di “Hêla Gaza Erebî” de di navbera herdu navçeyên Dimêr û Edra de li gundewarê Şamê çêbûye û di encamê de “elektrîk li ser tevaya Sûriyê hatiye qutkirin.”

Xerbotlî ji medyaya fermî ya Sûriyê re aşkere kiriye, ku ev teqîna Şeşan e ku bi vî awayî li wê navçeyê çêdibe, di encamê de fişara gazê li ser wêstgeha berhemanîna elektrîkê ya Dêr Elî kêm dibe û namîne, ji ber vê yekê hemû wêstgehên din ji kar dikevin.

Wezîrê Elektrîkê yê Sûriyê herweha diyar kiriye, elektrîk dê gav bi gav li tevaya parêzgehên Sûriyê vegere.

Wezîrê Petrolê û Çavkaniyên Kanzayî yê Sûriyê, Elî Xanim jî ragihandiye, “dibe ku teqîn di encama kiryarekî terorîstî de çê bibe.”


Rudaw
Top