Tirkiye – Hejmara miriyên lehiya Gîresun gihîşt 7 kesan
Pêr li parêzgeha Gîresun ya Tirkiyê ji ber barana xurt, lehî rabû û li hinek cihan jî erd şimitî.
Destpêkê hatibû gotin ku 4 kes ji ber lehiyê mirine û gelek kes jî wenda ne. Lê gorî agahiyên dawî, hejmara miriyan gihîştiye 7 kesan û 9 kes jî wenda ne. Di nav mirî û wendahiyan de hêzên asayişê jî hene.
Ew karmendên asayişê çûbûn hawara mexdûrên lehiyê lê otomobîla wan şimitîbû û ketibû nav çêm.
Basnews
