Mesrûr Barzanî: Xwepêşandan maf e, lê şewitandina milkê giştî tawan e
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêwendiyeke telefonî ligel Serperiştyarê Îdareya Germiyanê kir û rewş û pirsgirêkên li Germiyanê guftûgo kirin.
Mesrûr Barzanî destxweşî li berpirsên deverê kir ku di dema derketina aloziyan û êrîşa li ser dam û dezgehên giştî û mal û milkên welatiyan de, berpirsan hewla parastina cihên giştî û milkên xelkê dan.
Serokê Hikûmetê amaje bi wê da, mixabin xelkek heye hewl dide daxwazên rewa yên welatiyan, ji bo armancên xwe yên siyasî û kesayetî bi kar bînin û xelkê han didin ji bo cihên giştî bişewitînin û aloziyan derxînin. Vê riftarê bi tawan dizanin û divê rêkarên yasayî li hember têkderan werin girtin.
Herwiha Serokê Hikûmetê ronahî xiste ser rewşa nexwastî ya tendirustiyê û qeyrana darayî ku li derveyî daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Amaje bi wê jî da, derbaskirina vê rewşê, hevahengî û hevkariya hemû aliyan pêwîst e.
K24
