Şêniyan xwest bawernameyên peymangeh û zanîngehên Rojava werin qebûlkirin
Şêniyên bajarê Girkê Legê ya herêma Cizîrê biryara hikumeta demkî ya naskirina bawernameyên astên navîn û amadehî yên Rêveberiya Xweser pêşwazî kir û got biryar gaveke girîng a parastina mafên xwendekaran e. Her wiha xwest bawernameyên peymangeh û zanîngehên Rojava jî werin naskirin.
Şêniya bi navê Rojîn Ehmed anî ziman ku naskirina bawernameyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser yek ji mafên herî sereke yên xwendekaran e ku di salên xwendinê de kedeke mezin daye. Rojînê got, biryar ji bo bi hezaran xwendekaran ku li benda mîna vê biryarê bûn, gelekî girîng e.
Rojînê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev bawername berhema ked û xebateke bi salan e û naskirina wan destkeftiyek e ku mafên xwendekaran diparêze û siberoja wan a perwerdeyê mîsoger dike. Rojîn Ehmed got divê bawernameyên peymangeh û zanîngehên Rojava jî werin pejirandin da ku xwendekar li gorî branşên xwe perwerdeya xwe bidomînin û bixebitin.
Şêniyê bi navê Şewket Muslim jî destnîşan kir ku malbatên xwendekaran pêşwaziya biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê dikin û bi gaveke girîng ber bi mîsogerkirina mafên perwerdeyê yên zarokên xwe ve pênase kir.
Şewket Muslim got a girîng ew e ku biryar bi fermî were pratîkkirin û anî ziman ku mafê xwendekaran e bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û divê tevahî bawernameyên wan ên ku di encama xwendin û kedê de bi dest xistine, werin naskirin.
Şewket Muslim di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi serbilind in ku zarokên wan meteryalên Rêveberiya Xweser dixwînin û naskirina bawernameyên wan bi naskirina keda xwendekaran û keda şehîdan bi nav kir.
Şêniya bi navê Nesrîn Kindî jî kêfxweşiya xwe bi naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser anî ziman ku wekî gaveke girîng bi nav kir ku bi hezaran xwendekar û malbatên wan li benda wê bûn.
Nesrîn Kindî got şênî li bendê ne ku biryar di çarçoveyeke şeklî de nemîne, lê veguhere naskirineke fermî û qanûnî ku mafên xwendekaran di siberojê de mîsoger bike.
Nesrînê got divê bawernameyên zanîngeh û peymangehên Rojava jî werin qebûlkirin da ku xwendekarên derçûne li gorî branşên xwe bixebitin.
ANHA
