Herêma Cizîrê; dergeha bazirganiyê û navenda nû ya transîtê
Herêma Cizîrê ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye, di dîrokê de her tim yek ji navendên herî girîng ên niştecihbûn û bazirganiyê ya li bakurê Mezopotamyayê bû. Ev herêm ku wek yek ji axa dîrokî ya Kurdan tê qebûlkirin, bi axa xwe ya berhemdar, çavkaniyên avê yên dewlemend, rezervên petrol û gaza xwezayî, yek ji piştgirên bingehîn ên aboriya Sûriyeyê ye.
Herêma Cizîrê ku di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de li cihekî stratejîk ê pevgihaştinê ye, îro ne tenê navendeke çandinî û enerjiyê ye, lê di heman demê de wek korîdoreke transîtê ku torên bazirganî û lojîstîk ên herêmî tê de vesaz dibin, derdikeve pêş.
Herêma Cizîrê ya ku wek "ambarê genim a Sûriyeyê” tê nasîn, bi salan e derdora milyonek ton genim berhem tîne. Her wiha petrola ku ji qada Rimêlanê tê derxistin rojane digihêje nêzikî 120 hezar bermîlan. Mîqdara hilberînê li gorî kapasîteya binesaziyê ya li qadê, rewşa ewlehiyê û guherînên îdarî diguhere.
CIHÊ STRATEJÎK Ê HERÊMÊ
Herêma Cizîrê li bakur bi Tirkiyeyê ve û li rojhilat bi Iraqê ve, ji aliyê rojava û başûr ve jî vedibe herêmên navxweyî yên Sûriyeyê. Rêya Navneteweyî ya M4 a ku dirêjahiya tevahiya herêmê derbas dike, wekî yek ji rêyên bejayî yên herî girîng tê qebûlkirin ku ji peravên Deryaya Spî heta sînorê Iraqê dirêj dibe.
Bi saya xeta M4’ê herêm dibe;
* Navenda lojîstîk a stratejîk ku bazirganiya di navbera Iraq û Sûriyeyê de hêsan dike,
* Veguhastina ku bi rêya Tirkiyeyê digihêje Ewropayê,
* Veguhastina petrol û enerjiyê,
* Bazarkirina berhemên çandiniyê hêsan dike.
DERGEHÊ SÎNOR Ê HERÊMA CIZÎRÊ
Yekem hêmana herî girîng ku girîngiya bazirganî ya herêmê zêde dike, dergehên derbasbûnê yên sînorê wê ne.
DERGEHÊ SÎNOR Ê TIL KOÇER (REBÎA)
Til Koçer ku bi bajarê Rebîa yê Iraqê ve girêdanê çêdike, îro wek yek ji dergehên herî girîng ên bazirganiya Iraq-Sûriyeyê tê dîtin. Dergeh di Nîsana 2026'an de careke din hate vekirin û ji bo vejandina bazirganiya petrol, sotemenî, berhemên çandiniyê û bazirganiya giştî roleke sereke dilîze.
DERGEHÊ SÎNOR Ê SEMALKAYÊ
Dergehê Semalkayê ku li bajarê Dêrikê ye, hê jî yek ji girêkên herî girîng ên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de ye. Ji bilî bazirganiya herêmî, di derbasbûna alîkariyên mirovî û rêwiyan de jî roleke krîtîk dilîze.
DERGEH Ê SÎNORÊ QAMIŞLOYÊ (NISÊBÎN)
Qamişloya ku li ser sînorê Tirkiyeyê ye, di pozîsyona navenda aborî û îdarî ya herêmê de ye. Bajar bi balafirgeh, çalakiyên pîşesaziyê û binesaziya bazirganiyê, wekî yek ji navendên bazirganiya sereke ya Cizîrê ye.
DERGEHÊ SÎNOR Ê DIRBÊSIYÊ (ŞENYURT)
Dirbêsiyê ku bi cihê xwe yê nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye, di dirêjahiya dîrokê de bûye yek ji navendên sereke yên bazirganiya sînorî. Her wiha di hilberandina çandiniyê û çalakiyên lojîstîkê de cihekî girîng digire.
DERGEHÊ SÎNOR Ê SERÊKANIYÊ (CEYLANPINAR)
Serêkaniyê ya ku li ser xeta M4 ye, di paşerojê de yek ji dergehên girîng ên bazirganiya Tirkiye-Sûriyeyê ye. Ji ber cihê wê yê erdnîgarî, hê jî girîngiya xwe ya stratejîk di torên veguhastinê yên herêmî de diparêze.
NAVENDA ÇANDINÎ Û ENERJIYÊ
Herêma Cizîrê mêvandariyê li erdên çandiniyê yên herî berhemdar ên Sûriyeyê dike.
Herêm bi taybetî di warê hilberandina genim, ceh, pembo û nîskan de wekî yek ji navendên sereke yên Sûriyeyê tê naskirin.
Ji bilî wê, zeviyên petrol û gazê yên li Rimêlan, Şedadê, Dêrik û derdorê, mezintirîn rezervên enerjiyê yên Sûriyeyê di bin erdê xwe de dihewîne. Bi salan e, beşeke mezin a hilberîna petrolê ya Sûriye ji van herêman tê dabînkirin. Di gihandina van çavkaniyên enerjiyê ji bo sûka navxweyî û bazarên derve de jî, rêya M4 xwedî girîngiyeke krîtîk e.
JI NÛ VE VEBÛNA TIL KOÇERÊ Û BANDORÊN WÊ YÊN ABORÎ
Ji nû ve vebûna Dergehê Sînor ê Til Koçerê ku nêzî 12 salan girtî ma, wek destpêka serdemeke nû ji bo herêma Cizîrê tê dîtin.
Bi vegera karê dergehê re;
* Veguhastina sotemeniyê ji Iraqê bo Sûriyeyê bi lez bû,
* Veguhastina petrol û mazotê dîsa dest pê kir,
* Bazirganiya berhemên çandinî û pîşesaziyê zêde bû,
* Derbasbûna rêwiyan ji nû ve dest pê kir,
* Veberhênanên lojîstîk û depokirinê ketin rojevê.
Di dema ku liv û tevgera aborî ya herêmê bi çav tê dîtin, hêviya mezinbûneke girîng di qebareya bazirganiyê ya di navbera Iraq û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê de çêbû.
DERGEHÊ VEGUHASTINÊ YÊ NÛ YÊ HERÊMÎ
Herêma Cizîrê ne tenê bi aboriya xwe ya herêmî, lê her wiha bi cihê xwe yê navendî yê li ser rêyên bazirganiyê yên nû yên di navbera Iraq, Sûriye, Tirkiye û Ewropayê de balê dikşîne.
Gihandina berhemên enerjiyê yên ji Iraqê bi rêya Sûriyeyê ber bi Deryaya Spî, dikare di dahatû de rola herêmê wekî korîdorekê enerjiyê xurt bike. Bi heman awayî, bazirganiya ku bi rêya M4 û dergehên sînorî pêk tê, potansiyela wê heye ku Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bike yek ji navendên nû yên lojîstîkê yên Rojhilata Navîn.
Herêma Cizîrê ku li xala hevberdana torên çandinî, enerjî û veguhastinê ye, bi car din vejîna rêyên bazirganiyê yên ku di salên şer de bi piranî hatibûn sekinandin re, dikeve serdemeke aborî ya nû. Gava ku car din vebûna Dergeha Til Koçer û avantajên ku rêya Navneteweyî ya M4 pêşkêş dike bi girêdanên ku dergehên din peyda dikin re bên cem hev, Herêma Cizîrê ne tenê ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, lê ji bo tevahiya xeta Iraq-Sûriye-Tirkiye ber bi cihekî stratejîk ê herî girîng a bazirganî û veguhastinê ve diçe.
Sibe: Di navenda pêşbaziya aborî de rêya M4.
ANHA
