Cebar Yawer: Em ligel Bexda li ser pêkanîna 6 binkeyên hevahengiyê gehiştine jihevfamkirinê
Li gor nivîsê, binkeyên hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de ji vana pêk tên:
“Binkeyê Hevbeş li Fermandariya Operasyonên Diyale li Xaneqîn, li navçeya Lîwaya Mixawir a Operasyonên Diyale.
Binkeyê Hevbeş li Fermandariya Operasyonên Neynewa li Mexmûrê navçeya desthilata Firqeya 14 a Piyade.
Binkeyê Hevbeş li Fermandariya Operasyonên Rojavayê Neynewa li Binkeyê Fermandariya Kesk.
Binkeyê Hevbeş li Baregahê Pêşketî yê Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Kerkûk û navçeya Çîmen.”
Nivîsa Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê hevdem daxwazê ji Rêveberiya Giştî ya Îstîxbaratê û Asayîş û Îstîxbarata Serbazî dike, her yek ji wan nûnerekî xwe bişînin wan binkeyan û efserek bi pileya emîd an eqîd were rasipardin bo birêvebirina her binkeyekî ji wan binkeyan, heta fermandar bo wan binkeyan tên destnîşankirin.
Di nivîsê de tê gotin ku ew binke 20ê Tebaxa 2020an tên vekirin, lê Wezareta Pêşmerge dibêje, hejmara wan binkeyan ku hê nehatine vekirin, zêdetir e.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ji Rûdawê re got: “Em ligel hikûmeta federal li ser pêkanîna 6 binkeyên hevahengiyê gehiştine jihevfamkirinê. Biryar e 6 binke li Bexda, Hewlêr, Diyale, Kerkûk, Mexmûr û Mûsilê bên çêkirin. Hê cihê wan binkeyan li wan navçeyan û pêkhateya wan binkeyan nehatiye yekalîkirin.
Li beramber Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê dibêje, ligel Pêşmerge li ser pêkanîna hejmarek navend gehiştine rêkeftinê, lê heta niha ew navend nehatine vekirin.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî bo Rûdawê ragihand: “Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê li ser pêkanîna hejmarek navendên karê hevbeş gehiştine rêkeftinê. Li Diyale, Kerkûk, Mexmûr û Neynewa, lê heta niha ew navend nehatine vekirin.Em li benda bersiva Wezareta Pêşmerge ne bo vekirina wan navendan.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, şandeke Wezareta Pêşmerge hefteya bê diçe Bexdayê û ligel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê vekirina binkeyên hevahengiyê gotûbêj dikin, bi armanca operasyonan li navçeyên cihê nakokiyê bi beşdariya herdû aliyan, di demekê de bo cara yekem ji sala 2017ê ve, hêzêke ser bi Yekeya Bihewarveçûn û Berevanî ya Wezareta Pêşmerge di çend rojên borî de li navçeya Leylan a Kerkûkê hatiye bicîhkirin.
Rudaw
