• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Helebcê 3 avahiyên hikûmetê hatin şewitandin

Gulan Media August 23, 2020 Nûçe
Li Helebcê 3 avahiyên hikûmetê hatin şewitandin
Li parêzgeha Helebcê 3 avahiyên hikûmetê hatin şewitandin û berpirsekî hikûmetê jî daxuyaniyek vê derbarê de da.

Li gor nûçeya K24ê seroka şaredariya Helebcê Kuwêstan Ekrem ragehand, şeva borî hejmarek kes çûne ser avahiya şaredariyê û bi hemû belge û muameleyên fermî yên hemwelatiyan ve ew der şewitandine.

Derveyî avahiya şaredariyê hejmarek kes bi navê xwepêşandanê ve avahiya qaymeqamiyê û binkeyekî polîsê hatûçûnê jî şewitandine.

Şeva borî hejmarek kesên çekdar ku xwe wek xwepêşander pênase dikin, gule li binkeyê baskê 12ê yê PDKê yê Helebcê berdane.

Basnews
Top