Li Herêma Kurdistanê amarên nû yên koronayê: 532 pêketin
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 532 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 214 kes li Hewlêrê, 103 kes li Silêmaniyê, 14 kes li Germiyanê û 201 kes li Duhokê ne.
Herwiha ragihand; 11 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 8 kes li Hewlêrê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Duhokê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 378 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 252 kes li Hewlêrê, 24 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Germiyanê, 81 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 24271 (Hewlêr: 9942, Silêmanî: 10822, Duhok: 2743, Helebce: 764)
Mirin: 886 (Hewlêr: 317, Silêmanî: 532, Duhok: 23, Helebce: 14)
Başbûn: 14028 (Hewlêr: 5406, Silêmanî: 7033, Duhok: 942, Helebce: 647)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
K24
