• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlamenterê HDPê bo Êlihê hişyarî da

Gulan Media August 23, 2020 Nûçe
Parlamenterê HDPê bo Êlihê hişyarî da
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Necdet Îpekyuz derbarê belavbûna vîrusa koronayê de hişyarî da û ragihand ku ji meha Hezîranê ve haletên pêketina vîrusên koronayê zêde dibin û got: “Hejmara haletên koronayê têne veşartin û ji ber wê yekê ti planeke baş bo rêgirtina li ber belavbûna koronayê nayê danîn.”

Parlamenterê HDPê yê Êlihê Necdet Îpekyuz beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û tekîldarî rewşa koronayê ya Êlihê de daxuyanî da.

Necdet Îpekyuz diyar kir ku Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê amarên rast ên haletên koronayê diveşere û got ku zanyariyên zelal belav nake.

Îpekyuz hişyarî da ku li i Êlihê rê li ber belavbûna koronayê nayê girtin û wiha got: “Rêjeya haletên koronayê ji hemû kesê diveşerin. Dema cara ewil Covid-19 derket gotin ku em hemû bergiriyan dikin û em ser dikevin. Piştre jî di meha hezîranê de rewşa asayîbûnê ragihandin. Xelk jî li gor biryarên hikûmetê tevgerî û dest ji tedbîrên xwe berdan û beşdarî şîn û dawetan bûn û karên xwe yên rojane berdewam kir. Ev yek jî bû sedem ku li bajarên Kurdan rêjaya haletên Covid-19 zêde bibin.”

Bi gotina Necdet Îpekyuz di heyama pandemiyê de li Êlihê av û elektirîk tê qutkirin û ew dibêje: “Niha qeyûm bo şaredariyê hate danîn û ti banga bi zimanê dayîkê nakin. Rojane 5 saetan avê qut dikin. Nexweşxaneyên ji bo koronayê hatine veqetandin hemû tije bûne. Derman nemane û ji bajarên derdorê dixwazin.”

Ji aliyê din ve Jûra Pizîşkan a Êlihê dibêje ku berpirsên hikûmî yên li wî bajarî derbarê rewşa koronayê de xemsariyê dikin û hatiye gotin, “rewş hatiye wê astê ku hem li ser tendirustiya civakê û hem jî li ser tendirustiya karmendîn tendirustiyê bûye metirsiyek.”

Serokê Jûra Pizîşkan a Êlihê, amaje bi wê kir ku ji ber nebûna cih li beşên çavdêriya hûr, hejmarek ji nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dane.

Serokê Jûra Pizîşkan a Êlihê ragihand ku heta niha li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê 600 karmendên tendirustiyê bi vîrusa Coronayê ketine û daxwaz kir ku amarên Coronayê bi awayekî şefaf bên belavkirin û tedbîrên pêwîst bên girtin.

Şaxa Êlihê ya Komeleya Mafên Mirovan jî di daxuyaniyekê de balkişand ser rewşa xirab a Coronayê li wî bajarî û got, “Hejmara haletên Covid-19 di rewşekê de ye ku rê li ber nayê girtin. Ev hemû jiyana xelkê Êlihê dixe metirsiyê. Divê li gel rêxistinên bajêr û xelkê Êlihê ji bo wergirtina rêkarên rast bangewaziyek bê kirin.”

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskîn jî li hejmara xwe ya Twitterê lîsteyeke qurbaniyên Coronayê yên Êlihê belav kir û got, “Eger tenê li Êlihê rojane 10 kes bimirin, ew amarên fermî yên tên belavkirin nerast in.”

Herwiha li gor daxuyaniyên qayimqamiyên qezayên Qabilcewz û Kercews ên Êlihê bi giştî 7 mal di çarçova tedbîrên rêgirtina li belavbûna Coronayê hatine kerentînekirin.

Rudaw
Top