• Saturday, 27 June 2026
logo

Rêyên bazirganiya herêmî li Sûriyeyê ji nû ve têne sazkirin

Rêyên bazirganiya herêmî li Sûriyeyê ji nû ve têne sazkirin

Piştî 14 salên şerê navxweyî, Sûriye ne tenê ji hêla siyasî ve, lê di heman demê de ji aliyê aborî û lojîstîk ve jî dikeve serdemeke nû. Piştî guhertina rejîmê di 8’ê Berfanbara 2024’an de, aktorên herêmî û navneteweyî têkiliyên xwe bi Şamê re ji nû ve saz kirin û vegera Sûriyeyê ji bo torên bazirganiyê bi leztir kirin. Bi saya korîdorên bejayî yên ku di Iraq, Tirkiye û Urdunê re derbas dibin, her wiha bender û binesaziya enerjiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî, Sûriye careke din amade ye ku bibe yek ji navendên transîtê yên herî girîng li Rojhilata Navîn.

Li gorî pisporan, veguherîna ku îro li Sûriyeyê diqewime ne tenê pêvajoyeke vejîna aborî ye, lê di heman demê de nîşaneya ji nû ve xêzkirina nexşeya bazirganî û lojîstîkê ya Rojhilata Navîn e.

RÊHESINA HÎCAZÊ TÊ NÛJENKIRIN

Yek ji gavên herî berbiçav di vê veguherînê de peymanên nû yên di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî de bûn ku di warên veguhastin û lojîstîkê de hatine îmzekirin. Peymanên ku ji hêla Wezîrê veguhastin û binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu û wezîrê veguhastin û lojîstîkê yê Erebistana Siûdî Saleh bin Nasser El Casir ve hatine îmzekirin, projeyên nûjenkirina rêhesina dîrokî ya Hîcazê û girêdana herêmî dihewînin.

Armanca projeyê ew e ku toreke rêhesinî ya nû di navbera Tirkiye, Sûriye, Urdun û Erebistana Siûdî de ava bike. Projeya ku wekî guhertinek nûjen a rêhesina Hîcazê tê hesibandin ku di serdema Osmaniyan de hatiye çêkirin û bi salan yek ji damarên veguhastinê yên herî girîng ên herêmê bû; armanc dike korîdoreke stratejîk biafirîne ku welatên Kendavê bi rêya Tirkiyeyê bi bazarên ewropî ve girê bide.

Di Nîsana 2026'an de bi peymana mutabakatê ya ku di navbera Tirkiye, Sûriye û Urdunê de li Ammanê hatiye îmzekirin, gavên pêşîn ên şênber ji bo vegerandina xeta rêhesinî ya xebatê hatin avêtin. Tirkiye, soz daye ku di nav axa Sûriyeyê de ji bo temamkirina girêdanên rêhesinên kêm mayî piştgirî bide. Her wiha Erebistana Siûdî jî derbarê yekgirtina vê xetê bi torên xwe yên veguhastinê de xebatên teknîkî dimeşîne.

SÛRIYE DÎSA DIKARE BIBE XAÇERÊYEKE HERÊMÎ

Ji ber şerê dirêj ê ku salan berdewam kir, Sûriye ji torên veguhastina herêmî dûr ketibû. Lê îro potansiyela wê heye ku dîsa bibe yek ji navendên stratejîk ên transitê yên Rojhilata Navîn.

Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, Sûriye di navbera Tirkiye û welatên Kendavê de xaleke derbasbûnê ya xwezayî ye. Her wiha, yek ji rêyên herî kurt û girîng e ku Iraqê bi Deryaya Spî ve girê dide. Benderên Lazkiye û Tartus ji bo Iraq û welatên Kendavê rêyên bazirganî û lojîstîk ên alternatîf pêşkêş dikin, digel ku korîdorên bejahî jî tevkariyê li lezkirina bazirganiya herêmî dikin.

Daxuyaniyên dawîn ên Tom Barrack ê nûnerê taybet ê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo Sûriye û Iraqê, van nîqaşan dîsa anîn rojevê. Piştî ku Barrack teqez kir ku Sûriye yek ji derfetên herî girîng ên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn e û bi saya cihê xwe yê erdnîgarî dikare roleke krîtîk di bazirganiya herêmî de bilîze, potansiyela Sûriye di korîdorên bazirganiya transitê de zêdetir hat nîqaşkirin. Bi taybetî rêyên bejahî û deryayî yên ku dikarin Tirkiye, Iraq û welatên Kendavê bi hev ve girê bidin, balê dîsa kişand ser Sûriyeyê.

Di dema ku alozî di navbera Îran û Îsraîlê de zêde bûye û fikarên derbarê ewlehiya Tengava Hirmuzê de bilind bûne, rêyên bazirganî û lojîstîk ên alternatîf ên ku ji Sûriyeyê derbas dibin girîngiyeke mezintir bi dest dixin. Bi van pêşketinan re, di hewlên ji bo vejandina rêyên veguhastinê yên ku ji ber şeran salan bêçalak maye û ji bo yekgirtina Sûriyeyê dîsa bi torên bazirganiya herêmî re, liv û tevgera berçav tê dîtin. Bi vî awayî, Sûriye ne tenê bi pêşketinên siyasî, lê bi potansiyela xwe ya di warê bazirganî, enerjî û lojîstîkê de jî dîsa dikeve navenda rojeva herêmî.

Ger rêhesina Hîcaz temam bibe, Sûriye wê ne tenê welatekî ku ji derbasbûnên transitê qezencê bi dest dixe be; her wiha bi navendên lojîstîk, qadên depokirinê, herêmên pîşesaziyê û binesaziya enerjiyê re, wê bibe parçeyekî girîng ê aboriya herêmî.

KORÎDORÊN ENERJIYÊ Û VEGERA ŞÎRKETÊN DYA’YÊ BO SÛRIYEYÊ

Di pêvajoya yekgirtina Sûriyeyê dîsa bi torên bazirganiya herêmî re, qada enerjiyê jî roleke girîng dilîze. Piştî ku sivikkirina sizayan dest pê kir, gelek şîrketên enerjiyê yên DYA’yê bi hikûmeta demkî re dest bi îmzekirina peymanan kirin.

Di serî de şîrketa ConocoPhillips tê. Dema ku şîrket bi Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê re peymanan ji bo pêşxistina zeviyên gazê û zêdekirina hilberînê îmze dike, Chevron jî ji bo projeya yekem a lêgerîna petrol û gaza sirûştî ya deryayî ya Sûriyeyê, peymanek bi rêveberiya Şamê û hevkarên Qeterî re îmze kir. Şîrketên mîna Baker Hughes, Hunt Energy û Argent LNG jî di projeyên ji bo avakirinê dîsa ya sektorên petrol, gaz û elektrîkê de cih digirin. Peymanên cur bi cur îmzekirine.

Di arastebûna şîrketên DYA’yê ber bi Sûriyeyê ve, ji bilî sivikkirina sizayan, rezervên petrol û gaza sirûştî yên ku welat xwedî lê ye jî bandor dike. Bi taybetî zeviyên enerjiyê yên li rojhilatê Sûriyeyê û rezervên potansiyel ên li Deryaya Navîn a Rojhilat, di nav qadên veberhênanê yên herî girîng ên serdema piştî şer de têne dîtin. Li gel vê yekê, rêveberiya Washingtonê bi rêya veberhênanên enerjiyê, armanc dike ku piştgiriya aborî bide rêveberiya nû ya Sûriyeyê û bandora xwe ya li herêmê bihêz bike.

Tê payîn ku ev veberhênan rasterast alîkariyê wê bide aboriya Sûriyeyê. Zêdekirina hilberîna gazê alîkariyê dike ku krîza elektrîkê sivik bibe, di heman demê de carek din avakirina binesaziya enerjiyê jî dikare piştgiriyê bide çalakiyên pîşesazî û bazirganiyê. Ger hinardekirina petrol û gaza sirûştî zêde bibe, girîngiya benderên Baniyas, Tartûs û Lazkiyeyê wê hê zêdetir bibe û rola Sûriyeyê di korîdorên bazirganiya herêmî de wê bihêz bibe.

Lê belê pispor balê dikşînin ser vê yekê ku serkeftina van projeyan bi şertên ewlehiyê, aramiya siyasî û rêberiya dahatên enerjiyê ve girêdayî ye. Tevî vê yekê jî, vegera şîrketên DYA’yê wekî xaleke girîng di başkirina aboriya Sûriyeyê ya piştî şer de û di vegera wê dîsa ya bi torên bazirganiya herêmî re tê dîtin.

Di salên 2025 û 2026’an de sivikkirina sizayan bi rêjeyeke girîng û pêvajoya normalîzebûnê ya bi welatên Ereb re, di aboriya Sûriyeyê de liv û tevgerêke nû afirand.

Tevî ku bazirganiya bi riya Tirkiyeyê digihîje welatên Kendavê û dîsa bi vekirina dergehên sînorê Iraqê re korîdorên rojhilatê jî çalak bûn. Li benderên Lazkiyeyê û Tartûsê qebareya barkêşiyê gihîşt asta herî bilind a salên dawî, her wiha veguhastina hewayî ya navneteweyî jî ji nû ve dest pê kir.

KORÎDORÊN BAZIRGANIYA NÛ

Di nûjenkirina aboriya Sûriyeyê de çend korîdorên stratejîk derdikevin pêş;

KORÎDORA TIRKIYE-SÛRIYE-URDUN-KENDAVÊ

Bi vegerandina rola dîrokî ya rêya bazirganiyê re, kel û pelên ku ji Tirkiyeyê derdikevin dikarin bi rêya Sûriyeyê bigihîjin Urdun û welatên Kendavê. Ev rê jî gihîştina berhemên Kendavê ji bo bazarên Tirkiye û Ewropayê hêsan dike.

XETA ENERJÎ Û BAZIRGANIYÊ YA IRAQ-SÛRIYEYÊ

Dergeha Til Koçer (Rabia) ya ku di Nîsana 2026’an de piştî 13 salan dîsa hate vekirin, di nûjenkirina bazirganiya di navbera Iraq û Sûriyeyê de roleke krîtîk dilîze. Dergeh di heman demê de ji bo projeyên ku petrola Iraqê digihînin Deryaya Navîn jî girîngiyeke stratejîk heye.

Pisporên ku mijarê ji nêz ve dişopînin, ji bo Iraqê vê rêyê wekî rêyeke alternatîf dinirxînin ku dikare girêdayîbûna bi Tengava Hirmuzê re kêm bike.

RÊYA PÊŞKETINÊ Û GIRÊDANA SÛRIYEYÊ

Her çend Projeya Rêya Pêşketinê ya ku di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye pêşxistin rasterast di Sûriyeyê re derbas nabe jî, lê tê payîn ku bi girêdanên ku pêşerojê bêne avakirin, Sûriye bibe parçeyeke girîng a vê tora bazirganiya mezin.

Ev rewş bi taybetî dikare li ser xeta Helep, Hesekê û Dêrazorê bibe bingeh ji bo avakirina navendên lojîstîk ên nû.

DERGEHÊN LI NAVENDA NEXŞEYA LOJÎSTÎK A NÛ

Li gorî pisporan, di heyama pêş de çend dergeh dê stûna torên bazirganiya herêmî pêk bînin:

*Bab El Hewa (Tirkiye-Sûriye)

*Til Koçer - Rabia (Iraq-Sûriye)

*Nesîb - Cabir (Urdun-Sûriye)

*Dergeha El Tanf - El Welîd

*Xeta Nisêbîn - Qamişlo

Ev xal ne tenê di bazirganiyê de, lê di heman demê de di navenda projeyên enerjî, lojîstîk û veguhastinê de jî cih digirin.

GIRÊKA NÛ YA GIRÊDANÊ YA ROJHILATA NAVÎN

Hemû nîşane diyar dikin ku Sûriye dîsa dest bi bûna parçeyeke girîng a pergala bazirganiya herêmî kiriye. Her çend pirsgirêkên ewlehiyê û kêmasiyên binesaziyê berdewam dikin jî, vekirina korîdorên bejahiyê, veberhênanên benderan, projeyên enerjiyê û destpêşxeriyên mezin ên mîna rêhesina Hîcazê, dahatûya aborî ya Sûriye dîsa saz dike.

Di dirêjdemê de, eger temamkirina Rêhesina Hîcazê, pêkanîna xetên enerjiyê yên Iraq-Sûriye û entegrasyona korîdorên herêmî pêk bê, Sûriye dikare ji wêdetirî welatekî ku piştî şer tê nûjenkirin, bibe yek ji navendên herî girîng ên lojîstîk û bazirganiyê yên Rojhilata Navîn.

Lê belê şertên ewlehiyê hîn jî wekî faktora herî girîng a rîskê tê dîtin. Pispor tekez dikin ku ji bo Sûriyeyê bi awayekî tam tevlî torên bazirganiya herêmî bibe, divê ewlehiya domdar û aramiya siyasî bê misogerkirin.

Sibe: Herêma Cizîrê; dergeha bazirganiyê û navenda nû ya transîtê.

ANHA

Top