Xesrew Goran: Qanûna niha ya hilbijartinên Iraqê bi ziyana kurdan e
Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya PDKê, Xesrew Goran ji BasNewsê re got, qanûna niha hilbijartinên Iraqê wisa hatiye danîn ku her parêzgeheke bi çend bazinan were dabeşkirin. Ev jî ne bi sûda kurdan e. Ji ber wê jî yekrêziya firaksyonên Kurdistanî li Bexdayê gelekî pêwîst û girîng e.
Xesrew Goran her wiha got, her gava qanûna hilbijartinên Iraqê hat hemwarkirin divê daxwaziyên kurdan di nav de bên bicîhkirin da ku mafên gelê Kurdistanê werin parastin û ziyan negihê kurdan.
Basnews
