M. Behjet Rêkanî, Pisporê Peywendiyên Navdewletî û Çavdêrê Siyasî: Rizgarkirina proseya siyasî ji vê asêbûnê, rêyeke sereke ye bo pêkanîna bilez a kabîneya dahatî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê
M. Behjet Rêkanî, Pisporê Peywendiyên Navdewletî û Çavdêrê Siyasî: Rizgarkirina
proseya siyasî ji vê asêbûnê, rêyeke sereke ye bo pêkanîna bilez a kabîneya
dahatî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê
Di destpêkê de, dema em behsa çemkê «du-îdareyî» dikin, divê wek kartekî fişara
siyasî lê were nêrîn, ne wek metirsiyeke rastîn ku gefê li qewara destûrî ya
Herêma Kurdistanê bike. Çêbûna du-îdareyî li Herêma Kurdistanê tiştekî mehal e û
tu carî nabe, ji ber ku îdareya yekem û duyem, di bingeh de îdareya xelkê
têkoşer ê Herêma Kurdistanê ye. Ev qewara me berhema xwîna hezaran qehreman û
şehîdên serbilind ên vê nîştimanê ye ku xwe gorî kirine di pênava parastina vê
axê de. Ev îdareya wan pêşmergeyên qehreman e ku şev û roj xebat kirine daku em
îro di bin siya azadiyê de bijîn. Herwiha berhema rencê wan têkoşeran e ku
rojekê di zindanên «Ebû Xirêb» û zindanên din ên rejîmên faşîst ên Iraqê de
cefayên mezin dîtin, tenê ji bo ku îro em xwediyê vê qewarê û herêmê bin.
Eger ev têgeh wek kartekî fişarê jî were bikaranîn, dê bibe sedema daketina
pêgeh, kesayetî, felsefe û baweriya wî hizbî an aliyê siyasî yê ku bangeşeya wê
dike. Partiya Demokrat a Kurdistanê û cenabê Serok Barzanî, Kerkûk wek dilê
Kurdistanê naskiriye û bi dirêjiya dîrokê, bo parastina cografya, aborî û pêgeha
siyasî ya vê nîştimanê, şoreş û qurbaniyên mezin pêşkêş kirine. Lewma nabe
qewara Herêma Kurdistanê bi vî rengê hêsan, li ser postekî, wezaretekî, an ji
ber hevrikiyê û înada siyasî û kîna kesî bikeve bin gefa du-îdareyî. Wek çawa
cenabê Kake Nêçîrvan Barzanî çendîn caran di hevpeyvînên xwe de amaje pê daye:
«Du-îdareyî drust nabe, lê eger wisa biçe dê bibe sifr-îdareyî». Ev herêm
xwediyê gel, merce, serok û pêgeha xwe ya cemawerî ye û hinde neyarên wê hene ku
rê nadin tu qewarek bi hêsanî seqamgîr bibe eger ber bi duberekiyê ve biçe. Em
pir geşbîn in, Partiya Demokrat a Kurdistanê û gelê Kurd qonaxên pir sexttir ji
vê derbas kirine; ji niskoya 1975an, Enfal, kîmyabaran û Raperînê heta şerê li
dijî dertirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê ku DAÎŞ bû. Kurdistan her tim maye û
di paşerojê de jî dê bi geşî bimîne.
Eger em li dîrokê binêrin, hizra du-îdareyî wek astengiyeke mezin a nîştimanî tê
dîtin. Kurd her tim bi planên derveyî hatine dabeşkirin, ji serdemê hevrikiya
navbera împeratoriya Sefewî û Osmanî ve, heta beriya Şerê Cîhanî yê Yekem û
dabeşbûna Kurdistanê bi ser çar dewletan de. Ev perçebûn berhema sedan salan a
karê dijminan bûye daku rê nedin Kurd bibe yekgirtî. Mixabin her dema Kurd
gavekê ber bi pêş ve biçe û bibe hêzeke bandordar, aliyên derveyî bi hevkariya
destên navxweyî û kesên bêstratejî, hewl didin çemkê du-îdareyî û dabeşkarî
zindî bikin. Ev kêşe dîroka wê vedigere bo piştî Raperînê û nebûna çanda
qebûlkirina encamên hilbijartinên sala 1992an, dema PDKê piraniya dengan bi dest
xist, lê aliyên din rêz li îradeya welatiyan negirt. Ev cure reftar bêrêzîkirin
e bi demokrasî, saziyên fermî û îradeya takê Kurd. Hêviya takê Kurd ew e ku
xebata çiya biguhere bo xebata bajêr û avakirina dewletê û çespandina
demokrasiyê bi rêya hilbijartinên azad.
Mixabin ewên ku li bajarên xwe de bangeşeya ronahîbirî û demokrasiyê dikin û
aliyê beranber bi navendîbûnê (merkeziyet) tawanbar dikin, bi xwe li ser erdê li
dijî proseyên demokratîk radibin. Lê xelkê Kurdistanê rastiyan dibînin; dema
metirsî li ser remzên Kurdistanê û ala pîroz çêdibe, çavê her kesî diçe ser
Partiya Demokrat a Kurdistanê û cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji ber ku dost û
dijmin dizanin ku ew pasewan û parêzerên rastîn ên van destkeftan in.
Derbarê destwerdan û fişarên herêmî de, pêwîst e em bêjin ku ew kes û aliyên
xwedî stratejiya nîştimanî nîn in û tenê bîr li berjewendiya maddî û dema xwe
dikin, amade ne destê xwe bixin nav destê neyaran bo têkdana yekrêziya
nîştimanî. Lê ev asteng tenê dibin sedema bihêzbûna îradeya pêşmerge û welatiyên
nîştimanperwer ku di van qeyranan de xweragir bûn. Her dema metirsiyek rûbirûyî
herêmê bibe, hezaran genc û jin amade ne bi xwebexşî berevaniyê lê bikin.
Pêwîst e em wê jî zanibin ku qewara Herêma Kurdistanê di destûra herdemî ya
Iraqê de hatiye çespandin. Tevî ku guhertinên jeopolîtîk û cemsergeriya cîhanî
bandora wan li ser navçeyê heye, lê hebûna zêdetirî 50 konsulxane û nûneratiyên
dîplomatîk li Hewlêrê, nîşana giringiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ye bo
dewletên mezin ên wek Amerîka û Ewropayê, wek dervazeyek giring a aborî û siyasî
li Rojhilata Navîn.
Em bêhêvî nîn in, gelê me hêjayî jiyaneke baştir û azadane ye û her tim aramgerî
nîşan daye. Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê, bi taybetî cenabê Serokê Herêmê,
Serokê Hikûmetê û Merceyê Niştimanî, şev û roj kar dikin bo baştirkirina jiyana
xelkê. Serdanên cenabê Serokê Herêmê û cenabê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê, roleke
giring hebû di çareserkirina kêşeyên hilawîstî de. Herwiha destpêkirina civînên
Encumena Wezîran bi serperştiya cenabê Serokwezîr û cîgirê wî, dervazeyekî
hîvîbexş bû bo welatiyan daku ber bi pêkanîna kabîneya nû û çalakkirina
parlamentoyê gavan bihavêjin.
Xalên hevbeş ên di navbera me de pir in; axa Kurdistanê, xwîna şehîdan,
qurbanîdan û parastina van destkeftên pîroz giringtirîn xalên hevbeş in. Mixabin
hinek alî ji qebareya xwe ya rastîn zêdetir daxwazan dikin, ku ev jî
danûstandinan dereng dixe. PDK her tim bawerî bi îstîhkaka hilbijartinan hebûye,
lê hevpeymanî divê beriya hilbijartinan werin kirin, ne ku piştî proseyê bi
armanca têkdana hevseengiyê û piştguhxistina dengê rastîn ê welatiyan. Bêguman,
yekdeng nebûna aliyên Kurdî li ser posta Serokkomarê Iraqê jî yek ji sedemên
sistbûna danûstandinan bû.
Niha dema wê ye ku medya, berpirs, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û mamostayên
olî, peyameke nû ya yekrêziyê belav bikin. Divê em bi hev re kar bikin bo
pêkanîna kabîneyeke nû ya wek kabîneyên berê (bo nimûne kabîneya heştê) ku
şiyana pêşkêşkirina xizmetguzariyên hêja û geşepêdana navxweyî û dîplomatîk
hebe, daku gelê me ber bi aramî, xweşguzariyê û paşerojeke geş gavan bihavêje.
