• Saturday, 07 February 2026
logo

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê serdana Enqerê dike

Gulan Media August 22, 2020 Nûçe
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê serdana Enqerê dike
James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê û Nûnerê Hevpeymaniya Têkoşîna li dijî DAIŞê serdana Tirkiyê dike.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, James Jeffery dê serdana Tirkiye û Swîsreyê bike û Joel Rayburn, Alîkarê Şêwirmendê Wezaretê û Balyozê Taybet ê ji bo Sûriyê jî di serdanan de ligel Jeffrey be.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku di serdana James Jeffrey de ligel rayedarên Tirkiyê, dê li ser mijarên têkoşîna DAIŞê, Sûriye û hevkariya her du aliyan a li herêmê gotûbêj bikin û herwiha li ser pêvajoya cîbicîkirina biryara hejmara 2254 a Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî biaxivin.

Li gor daxuyaniyê, James Jeffrey li Stenbolê dê ligel grûpên opozîsyona Sûriyê û endamên civaka sivîl werin cem hev û rewşa dawî ya Sûriyê binirxînin û siyaseta guvaşê ya aborî ya li dijî Beşar Esed gotûbêj bikin.

James Jeffrey di serdana Swîsreyê de jî dê bi Geir Pedersen, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê li Cinêvê werin ba hev û bi serkideyên ku beşdarî gera 3yem a Lijneya Destûrê ya Sûriyê bûne, hevdîtinekê pêk bîne.
Top