• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 47 kes bi Coronayê ketin

Gulan Media August 22, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 47 kes bi Coronayê ketin
Li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser 47 kes bi Coronayê ketin û li Tebqayê jî yekem haleta tûşbûna bi wê vîrusê hat tomarkirin.

Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronayê belav kirin.

Li gor dawîn amarên hatine belavkirin, di nava 24 demjimêran de 22 jê jin û 25 zilam, bi giştî 47 kes tûşî vîrusa Coronayê bûne ku 21 li Qamişlo, 3 li Dêrikê, 11 li Hesekê, 1 li Rimêlanêê 1 li Girkê Legê, 4 li Reqayê, 4 li Dêrezorê û 1 li Kobaniyê û 1 jî li Tebqayê ku ev yekem halet e li wê deverê.

Her li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 demjimêran de 15 nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran heta niha li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser hejmara giştî ya tûşbûyan gihişt 327 kesan û ji wê hejmarê jî 17 kesan canê xwe ji dest dane û 51 kes baş bûne.

Rudaw
Top