Bi fermana Erdogan dêreka din ya Tirkiyê dibe mizgeft!
Hîn toza mizgeftkirina dêr û mûzeya navdar ya Ayasofiyayê daneniye, serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ferman da dêreka din bibe mizgeft!
Li gorî medyaya Tirkiyê, piştî ku şaredariya navçeya Fatîh ya Stenbolê dêr û mûzeya kevnar ya bi navê “Chora” (Xora tê xwendin) teslîmî rêveberiya karûbarên ayînî ya hikûmeta Tirkiyê kir, Erdogan yekser ferman da wê dêrê bikin mizgeft!
Dêra Chora, ku di sedsala 6 hatiye çêkirin, sedasala 16 ji aliyê împarastoriya Osmanî ve bibû mizgeft lê havîna sala 1945 bi fermana hikûmeta wê demê ya Tirkiyê bibû mûze.
Meha borî bi fermana Erdogan, dêr û mûzeya Ayasofiya jî bibû mizgeft. Ev yek rastî nerazîbûna tund û berfireh ya Yûnanê û welatên Ewropî û şopînerên ayîna mesîhî hatibû.
Basnews
