• Sunday, 08 February 2026
logo

Kazimî daxwaza hevkariyê ji bankên Amerîkî dike

Gulan Media August 22, 2020 Nûçe
Kazimî daxwaza hevkariyê ji bankên Amerîkî dike
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, îro Serokwezîrê Îraqê li gel berpirsên hijmarek ji bankeyên Amerîkayê civiya.

Di civînê de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî daxwaz ji bankeyên Amerîkayê kir daku di warê geşe pêdana bankdariya Îraqê de hevkariya Îraqê bikin.

Kazimî di gotara xwe yaku di civînê de yaku tê de karsaz û bazirganên Amerîkî jî têde beşdar bûn aniye ziman ku lazime hemahengiya steratejîkî di navbera Amerîka û Îraqê de di her warekî de hebe.

Kazimî eşkere kiriye ku tevahiya astengiyên berdem kar kirina kompaniyên Amerîkî li Îraqê ji holê radike.
Top