• Sunday, 08 February 2026
logo

ROJAVA – Du tûşbûyên Coronayê mirin û 27 kes jî pê ketin

Gulan Media August 21, 2020 Nûçe
ROJAVA – Du tûşbûyên Coronayê mirin û 27 kes jî pê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, îro 27 haletên nû yên pêketina bi Coronayê û du haletên mirinê li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, ji wan 27 haletan 17 kes li Qamişlo, 5 kes li Heselê û 5 kes jî li Dêrikê bi vîrusa COVID-19 ketine.

Ciwan Mistefa diyar kir ku ji pêketiyan 11 jin û 16 mêr in.

Ciwan Mistefa herwiha da xuyakirin, herî dawî du kes ji nexweşên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan jineke 60 salî li Qamişlo û yê din zilamekî 70 salî li Hesekê ye.

Di wan rojên dawî de li navçeyên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de hejmara kesên ku bi vîrusa COVID-19 dikevin û herwiha hejmara kesên ku bi sedema vê vîrusê dimirin, zêdetir bûye.

Her ji ber berfirehbûna belavbûna vîrusê, Rêveberiya Xweser duh biryara qedexeya hatin û çûnê di navbera bajarên Herêma Cizîrê de bo heftiyeke din dirêj kir.

Li gor amarên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, hejmara pêketiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihişt 280 kesî ku 17 kesan ji wan jiyana xwe jidest dane.

K24
Top