Macron: Erdogan aramiya Ewrûpayê têk dide
Serokê Franseyê Emmanuel Macron di hevpeyvîneke xwe de ya li gel Kovareke Franssî de êrîşî ser Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan kiriye.
Macron gotiye: Erdogan li deverê de siyasetên dagîrkerî yên ku pişta xwe bi neteweperestiya Tirkî û îslamiyeta radîkal dibestin cîhbicîh dike û ew yek jî bûye sedema çê bûna aloziyên gelek mezin li deverê de.
Macron herwiha eşkere kiriye ku niha Erdogan û siyasetên Erdogan bûne metirsiyeke gelek mezin bo ser Yekîtiya Ewrûpayê û Erdogan bi wan siyasetên xwe aramiya YEê têk dide.
