• Sunday, 08 February 2026
logo

Balefirên Tirkiyeyê du gundên devera Berwarî bordiman kirin

Gulan Media August 20, 2020 Nûçe
Balefirên Tirkiyeyê du gundên devera Berwarî bordiman kirin
Duh piştî nîvroyê balefirên Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo deverên sinorî yên Kurdistanê de, du gundên devera Berwariya Bala bordiman kirin.

Li gor zaniyariyên berdest balefirên Tirkiyeyê bax û rezên her du gundên Kanî Mezinê û Bazê li devera Berwariya bala bordiman kirin.

Li gor zaniyariyan ti zirarên canî yên bordimanê nebûne lê agir bi bax û rezên wan gundan û daristanê derdorê gundan ketiye.

Her îro balefirên Tirkiyeyê gundeke din li devera Akrê jî bordiman kirin û zirarên mezin yên madî berg und ketin.
Top