Pompeo: Bexdayê han didin rêkeftina budceyê bi Herêma Kurdistanê re bike
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand: Dixwazin Bexda pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike û em Bexdayê han didin, ta ku rêkeftina budceyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.
Pompeo got jî: Amerîka dixwaze aboriyeke Iraqê ya bihêz hebe aramî vegere navçeyê û pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, ew bi hevkariya mirovî bo Iraqê berdewam dibin û 2.4 milyon Dolar hevkarî bi Iraqê re kiriye, ji bo vegera koçberan û avedankirina navçeyên ziyan dîdtine.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, di çarçoveya guftûgoyan de, wan hin pirs behs kirine û tekez kir, ew her du alî di yek serngerê de ne ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê.
Herwiha got: Hevahengiya di warên enerjî, aborî û girêbestên di rojên bêş de yên di warên pîşesazî, enerjî, elektirîk û perwerdeyê de tên îmzekirin kir hatin behskirin.
Li Washingtonê gereke nû ya gotûbêjên stratejîk di navbera Washington û Bexdayê de destpê dike, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji aliyê Amerîka ve û Wezîrê Derve ya Iraqê Fuad Husên jî ji aliyê Iraqê ve serokatiya vê gera danûstandinan dikin.
Rudaw
