• Saturday, 07 February 2026
logo

Fewzî Herîrî: Amerîka pêdagir bû Kurd beşdarî danûstandinên Amerîka û Iraqê bin

Gulan Media August 20, 2020 Nûçe
Fewzî Herîrî: Amerîka pêdagir bû Kurd beşdarî danûstandinên Amerîka û Iraqê bin
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne, şanda Herêma Kurdistanê li Washingtonê pêdagiriyê li ser mafên Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ku niha ji bo beşdariya civînên şanda Iraqê bi berpirsên bilind ên Amerîka bibe li Washingtonê ye, ji K24ê re ragihand, roleke Amerîka ya sereke hebû li beşdarbûna nûneratiya Herêma Kurdistanê di danûstandinên di navbera Washington û Bexdayê de.

Fewzî Herîrî got jî: Amerîka çendîn caran rasterast pêwendî bi Serokatiya Herêmê û Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kir pêwîst e, em li danûstandinan amade bibin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir: Em piştevaniyê li Serokwezîr Mustefa Kazimî dikin, lê pêdagiriyê jî li ser mafên me yên rewa dikin û pêdagiriyê li têgihîştinên ku di civînên navbera Bexda û Washingtonê de bên îmzekirin dikin.

Şandeke Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mustefa Kazimî û endametiya çend wezîran niha li Washingtonê ye, sibe jî bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive û babeta girîng a civînê, çarenivîsa 5 hezar serbazên Amerîkî li Iraqê ye.

K24
Top